![](/staticfiles/news/67152/2017/10/12/823x463cc-van-katledilen-sehriban-dinc-manset.jpg)
Şehrîban roja ku tedbîra parastinê qediyaye hatiye qetilkirin
- 09:33 12 Cotmeh 2017
- Hiqûq
Hîkmet Tunç
WAN - Şehrîban Dînç a doza berdanê vekir, roja tedbîra parastina wê qediya, ji aliyê Esat Dînç ve hat qetilkirin. Der barê Esat de 7 meh şûnde ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Wanê ve îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de dozger diyar kir ku ew bi îfadeyên Esat bawer nakin û got bi plan kuştin pêk aniye.Şehrîbana ku rastî tehdîda Esat dihat daxwaza parastinê kiribû û polîsan gotibû ‘em nikarin serê jinekê polîsekî bidin, biçe mala xwe.’
Şehrîban Dînç a 22 salî ya li Îpekyola Wanê dijiya, doza berdanê li hevjînê xwe Esat Dînç vekir û rastî tehdîda mirinê hatibû. Ji bo Şehrîbanê du meh biryara tedbîra parastinê hatibû dayîn. Lê Şehrîbanê roja ku biryara tedbîrê qediya di 26’ê Qanûna 2016’an de hat qetilkirin. Esat ê Şehrîban qetil kir li gundê Kumluca rojek şûnde hatibû girtin.
Îdianameya derbarê Esat de 7 meh şûnde ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hat amadekirin. Esat di çarçoveya îdianameya ku ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ve hat qetilkirin de, wê di 13’ê cotmehê de derkeve pêşberî dadger.
Di îdianameyê de hincetê Esat hatin rêz kirin û her wiha agahiya çeka ku bi 2 hezar û 150 TL’yî jî girtiye cih girt. Li gorî îdianameyê Esat beriya Şehrîbanê qetil bike, çek girtiye û piştî qetilkirinê çûye cem xizmên xwe. Zarokên Şehrîbanê yên şahidiya bûyerên kirin jî bi hevkariya parêzer û pedagog îfade dan.
Yekemîn runiştina doza Esat Dînç di 13’ê Cotmehê de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê wê bê dîtin.