![](/staticfiles/news/67011/2017/10/10/823x463cc-10-10-17-van-rojbin-cetin-durusma-goruldu.jpg)
Ji bo hevşedar Sevîl Rojbîn Çetîn heta 15 salan ceza hat xwestin
- 12:11 10 Cotmeh 2017
- Hiqûq
WAN - Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetîn ku ji karê xwe hastibû dûrxistin îro di rûniştina doza wê de 7 sala heta 15 sal ceza hat xwestin.
Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetîn di 24'ê tebaxa 2015'an de li Wanê hatibû girtin û piştî 14 mehan hat tahliyekirin. Darizandina Rojbîn berdewam dike. Der barê wê de bi hinceta 'endama rexistinê ye' idîaname hatibû amadekirin û 7 salan heta 15 salan ceza hat xwestin. 6'emîn rûniştina doza Rojbîn li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojbîn tevlî rûniştinê nebû lê parêzerên wê amade bûn.