![](/staticfiles/news/66752/2017/10/06/823x463cc-direnen-kadinlar-burcu-celik-ozkan.jpg)
Burcu Çelîk Ozkan fotosu Arşîvden
- 15:17 6 Cotmeh 2017
- Hiqûq
Li parlamentera HDP'ê Burcu Çelîk Ozakan 6 ceza hat birîn
Daneşîna 3'yemîn a doza parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan hat kirin.
Rûniştina 3'emîn a doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Burcu ÇelîkOzkan li Mûşê hat dîtin. Burcu ya ku bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê kiriye' derbarê wê de doz hatibû vekirin û ji vê dozê girtî tê darizandin bi rêya SEGBÎS'ê tevli dozê bû. Daneşîn bi parastina Burcuyê hat destpêkirin. Burcuyê di parastina xwe de diyar kir ku ew dev ji têkoşîna aşitiyê bernade û wiha axivi;“Heya niha min di jiyana xwe de her tim ji bo aşitî,wekhêvî û demokrasiyê têkoşîn daye. Ew biryara ku ji aliyê we ve bê dayîn wê têkoşîna mina a aşitîyê nede sekinandin û ji vê demê şûn ve jî ezê têkoşîna xwe berdewam bikim"
Piştî parastina Burcuyê Heyeta dadgehê 6 sal cezayê girtîgehê ê birî.