TJK-E: 8'ê Adarê li her devera Ewropayê bi coş hat pîrozkirin

  • 13:51 10 Adar 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ragihand ku jinên Kurd li gel dostên xwe li her devera Ewropayê 8'ê Adarê bi coş pîroz kirin.
 
Di daxuyaniya TJK-E'yê de hate gotin, "Di vê demê de ku em di pêvajoyeke dîrokî de ne, me 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li her devera Ewropayê li gel jinê Kurd û dostan bi coşeke mezin pîroz kirin. Bêguman ji bo bicihanîna berpirsyariya pêvajoyê û bersivdana li silava Rêber Apo gelek hevalên me yên kedkar û gelê me di vê rojê de bi berxwedanê rabûn û xwedî li Rêbertî derketin."
 
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Rêbertî sedsala 21'ê weke sedsala jinê pênase kir. Sedsala 21'ê ji aliyê destketiyên jinan ve, ji aliyê zanebûna jinê û têkoşîna bi navê xwe ve gelekî girîng e. Bi nêzîkatiya konfederalîzma jinê ya demokratîk re jinan hewl dan sîstema xwe ava bikin, ji bo siberojên azad rêxistiniyên girîng pêk anîn û têkoşiyan. 8'ê Adarê bi girseyî derbas bû, bi taybetî tevlîbûna jinên ciwan gelekî zêde bû.
 
Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hem ji bo jinan hem jî ji bo gelên têkoşîna azadiyê dimeşînin bû gotinek ku xwedî lê hate derketin, her wiha coş da têkoşîna azadiya jinê, hem jî têkoşîna jinan li cîhanê bêhtir belav kir.
 
Ji ber vê yekê bi reng, tilîlî û govenda jinê li Fransa, Belçîka, Elmanya, Swîsre, Hollanda, Awûstûrya, Îngilistan û gelek welatên din semîner, panel, nîşandana fîlm, rojên xwendinê û çalakiyên çandî hatin lidarxistin. Em spasiya hevrêyên xwe yên jin dikin ku pêşengî ji van çalakiyan re kirin û ked dan. Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û misogerkirina statuya hiqûqî ya gelê Kurd em ê pêngavê mezin bikin û têbikoşin."