![](/staticfiles/news/251124/2025/02/09/823x463cc-amd-09-02-25-hunergeha-welat-yeni-sarki.jpeg)
Ji Hunergeha Welat klîba nû
- 21:04 9 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hunergeha Welat, klîba nû ya li Bendava Tişrînê kişand weşand.
Hunergeha Welat ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qada çand û hunerê de xebatan dimeşîne, der barê berxwedana li Bendava Tişrînê ya li hember êrîşên Tirkiyeyê, klîba nû weşand.
Strana ku gotin û muzîka wê anonîm bû, bi navê ‘bendava me’ hat amade kirin. Hunermend Sumeye SErêkaniyê stranê dibêje û klîb li Bendava Tişrînê hatiye kişandin.