
Jinên aştiyê yên Foçayê: Em dest bidin aştiyê!
- 09:04 10 Adar 2025
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Piştgiriya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û civaka Demokratîk’ her diçe mezin dibe. Jinên Aştiyê yên Foçayê diyar kirin ku ev bang gelek bi nirx e û wiha gotin: “Di vê mijarê de çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bînin cih.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de bi heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtin kir û peyam ‘aştî û civaka demokratîk’ ragihand. Piştî deklerekirina payemê ji her derê piştgirî hat û her diçin mezin dibe.
Jinen Aştiyê yên Foçayê der barê banga sedsalê de axivîn, balkişand serin girîngiya bangê û gotin hêvî ji nûve şîn bûne. Jinan her wiha diyar kirin ku ji bo aştî pêk bê wê têbikoşin û gotin divê her kes destê aştiyê dirêj bikin.
‘Hêviyek şîn bû’
Remziye Baltaş da zanîn ku wek dayikekê wek jinekê bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin banga aştiyê û wiha vegot: “Li vî welatî pir xwîn rijiya, dayik giriyan. Êş hatin jiyîn. Em ê bi aştiyê re kêf û coş, aramiyê bikin. Em Jinên Aştiyê yên Foçayê ji roja hatine avakirin aştiyê dixwazin û ji bo vê têdikoşin. Hêviyek şîn bû. Ziman, ol, nîjad çi dibe bila bibe, divê her kes piştgiriyê bidin vê bangê. Divê em destê aştiyê bidin hev. Ez ji bo neviyên xwe cîhanek bê şer dixwazim.”
‘Bang gelekî girînge ’
Ozgul Turunçoglu daxuyakirin ku banga ‘aştî û civaka demokratîk’ gelek bi nirx e û got divê ev pêvajo zelal bê meşandin û ew her tim li alî aştiyê ne. Ozgul Turunçoglu wiha anî ziman: “Ez mamosteya teqawît im û dayik im. Ez çi bixwazim? Em aştiyê dixwazin. Lê divê em bawer bikin. Em hêviya xwe winda nekin. Aştî nêz e. Divê em destê xwe bidin hev. Wekî din rê tuneye. Ev welat aştiyê heq dike. Ji ber vê divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”
‘Pêvajo pir bi nirx e’
Guzîn Tumer jî destnîşan kir ku pêvajo gelek bi nirx û girîng e û wiha anî ziman: “Piştî komkujiya Pirsûsê me wek komek jin li Foçayê xwe rêxistin kir. Armanca me tundî bê rawestandin. Em pêvajoya aştiyê gelek bi nirx û girîng dibînin. Em dixwazin ku encamên baş bên bidestxistin. Şer bi salan e jiyana jin û zarokan têk biriye. Em jin divê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Em ê bi hevalên xwe yên Kurd re bên gel hev û bernameyan pêk bînin. Ez pêvajoyê gelek bi nirx dibînim.”