Gel li Êrîvanê bang li NY’ê kir:Berpirsyariyên xwe bînin cih

  • 19:35 15 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êrîvanê komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin û girseyê bang li NY’ê hat kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.
 
Komploya 15’ê Sibatê li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi meşekê hate protestokirin.Meşêli Qada Azadiyê dest pê kir û heya pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir.Li pêşiya NY’ê Rojnamevan Lianna Mihoyan û Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan axivîn.
 
Rojnamevan Lianna Mihoyan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev 26 sal in Abdullah Ocalan bi awayekî derqanûnî li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û bang li NY’ê û civaka navneteweyî kir ku  berpirsiyariyên xwe yên mirovî bi cih bînin û da zanîn ku ew komployê protesto û şermezar dikin.
 
Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan jî komploya 15’ê Sibatê û hêzên komploger şermezar kirin û ev yek anîn ziman: ‘’15’ê Sibatê ji bo me rojeke reş e. Rêber Apo dixwaze vê roja reş veguherîne roja azadiyê. Em li benda banga Rêber Apo ne.’’
 
Silo Dirboyan jî bang li NY’ê kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.Silo Dirboyan piştre bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê û got: ‘’Dewleta Tirk ev sed sal in li hemberî gelê Kurd serî li polîtîkayên qirkirinê dide, bi komployê xwestin Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tasfiye bikin. Lê belê Rêber Apo komplo pûç kir. Em careke din dibêjin; Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serbest berdin. Hûn nikarin roja me tarî bikin. Heya ku Rêber Apo azad nebe, em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê teqez bi ser kevin."
 
Di dawiya çalakiyê de nameya têkildarî azadiya Abdullah Ocalan radestê NY’ê hat kirin.