
Ji Oznur Deger peyam:Em ê azadiya çepemeniyê biparêzin
- 22:01 18 Sibat 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Rojnameger Oznur Deger ku girtiye bi hevkariya parêzerên xwe peyamek şand û got: “Em kedkarên çapemeniya azad, wê azadiya çapemeniyê ku hewl tê dayîn bê binpêkirin; li her derê bi mîrateya ku me ji Apê Musa û Gurbetellî Ersoz girtiye wê biparêzin.”
Rojnameger Oznur Deger ya di 7’ê Sibatê de li Mêrdînê hat binçavkirin û girtin ji girtîgeh aTîpa E ya Mêrdînê bi hevkariya parêzerên xwe nameyek şand û di peyama xwe de balkişand ser rojnamegerên di protestoyên der barê qeyûman û HDK’ê hatine binçavkirin û daxuyand ku divê li dijî zextan têkoşîn bê dayîn.Oznur Deger da zanîn ku azadiya fikr û ramanê tune tê hesibandin, azadiya çapemeniyê tuneye.
‘Em ê azadiya çapemeniyê biparêzin’
Oznur Deger destnîşan kir ku ji ber zextên li hember çapemeniyê civak bi awayekî rehet nikare fikrên xwe bîne ziman û wiha vegot: “Li kolan, dibistan, kargerî û her qada jiyanê welatiyên ku gotinek rexneyî dibêjin bi tacîza darazê re tên rû hev. Li hember rojnamegeran bi tyabet çapemeniya azad zext zêde bûne. Îro jî min agahiya binçavkirina gelek rojnamegeran girt. Rojnamegerên qetilkirina rojnamegeran protesto dikin tên girtin. Rojnameger ji ber faliyetên xwe tên girtin. Rojnameger ji aliyê zîhniyet aku hewl dide hemû nirxên civakî têk bibin hedef tên girtin. Li dijî vê zîhniyetê dengê xwe bilindkirin peywira hemû kesiye. Em kedkarên çapemeniya azad, wê azadiya çapemeniyê ku hewl tê dayîn bê binpêkirin; li her derê bi mîrateya ku me ji Apê Musa û Gurbetellî Ersoz girtiy wê biparêzin.”