Ji Şaredariya Peyasê panel û dîwana dengbêjan

  • 12:16 17 Sibat 2025
  • Çand û Huner
 
AMED - Bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi hevkariya Meclîsana Jinan ya Peyasê û Gerînedetiya Polîtîkayên Jinan bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê” li Pirtûkxaneya Jinan ya li Parka 75'an panelek wê li dar bixe.
 
Di heman rojê de Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê, bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan KASED'ê û Komeleya Dîcle a Çand û Hûnerê dê panel û dîwana dengbêjan li dar bixe.
 
Bernameya ku hatiye amadekirin û hemû kes vexwendîne wiha ye:
 
* Di 18'ê Sibatê de, seat 14:00 li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê”, bi moderatoriya Dîlan Guvenç, wek axaftvan û panelîst Nivîskar Leyla Saraç û Herdem Merwanî beşdar dibe.
 
* Di 18'ê Sibatê de, seat 17:30 li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî dê panel û şevbuhêrka dengbêjan bê lidarxistin. Bi dirûşma “Deng û Dîwan”, bi moderatoriya Bêrîvan Matyar, wek axaftvan û panelîst Weysî Varlî û Serwet Denîz beşdar dibe. Di heman demê de dîwana dengbêjan jî bi beşdariya dengbêj Hedîye û Emerê Entaxî li dar dikeve.