
Tirkiyeyê li Rojava 18 xwendekar û mamoste qetil kirin
- 21:32 18 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm, 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin û û 8 heb jî birîndar bûn.
Ji 8'ê Kanûnê heta niha Tirkiyeyê êrişên li dijî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li dijî gundewarê Kobanê û herêma Bendava Tişrînê yên kantona Firatê, zêde kirine.Tirkiyeyê bi SÎHA û çekên giran saziyên xizmeta wekî stasyonên av û kehrebeyê hedef girtin û li dijî welatiyan bi taybet li gundewarê Kobanê hedef girtin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di encama van êrişan de bi dehan dibistanê hatin rûxandin û bi sedan xwendekar ji xwendinê mehrûm bûn û 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin, 8 jî birîndar bûn.
Der barê mijarê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberia Xweser a kantona Firatê li ser malpera xwe ya fermî hevdîtina bi hevserokê desteyê Ehmed Ehmed re kiribû parve kir. Ehmed got Tirkiyeyê dibistanên seretayî hedef girtine.
Dibistanên bajarê Kobanê yê kantona Firatê ku ji ber êrişan zirar dîtine ev in; dibistana Xirûs a li başûrê bajarê Kobanê ku ew dibistana seretayî ye, ji qatekê pêk tê û bi temamî hat rûxandin.
Dibistana Cada Mexare ya seretayî ya li başûrê rojavayê Kobanê ya ku ji 2 qatan pêk tê, bi temamî hat rûxandin.Dibistana Til El Ebir a seretayî ya li rojavayê bajarê Kobanê ya ku ji 2 qatan pêk tê, di qata jor de bi awayekî beşî zirar dîtiye.Li bajarê Sirînê yê kantona Firatê jî dibistana Dîkan ku dibistaneke seretayî ya ku ji jorekê pêk tê, bi temamî hat rûxandin.
Ehmed destnîşan kir ku di encama hedefgirtina dibistanan û hilweşîna wan de hişt ku bi sedan xwendekar ji xwendinê bêpar bin. Wê yekê bandorek neyênî li pergala perwerdehiyê ya kantona Firatê kir.