Runiştina doza gumanbarê ku Selda Eller qetil kir hat taloqkirin

  • 18:36 18 Sibat 2025
  • Hiqûq
MANÎSA - Doza Gumanbar Gokhan Eller ku Selda Eller ya ku pê re di asta destberdanê de bû qetil kir, bi daxwaza ku şahidên nû bên guhdarkirin hat taloqkirin.
 
Di 23’ê îlona 2024’an de li Manîsayê gumanbar Gokhan Eller jina bi navê Selda Eller ku pê re di asta destberdanê bû qetil kir. Duyemîn runiştina dozê li 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Manîsayê hatdîtin. Parêzerên aliyan, gumanbar Gokhan Eller, xizmên Selda Eller û plaforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin tevli dozê bûn. Piştî runiştinê jinan daxuyanî dan.
 
Di runiştinê de keça Selda Eller hat guhdarkirin. Keça wê diyar kir ku dayika wê û gumanabar Gokhan Eller her tim pevdiçûn û tundî û heqeret li dayika wê dihat kirin. Keça wê got Gokhan Eller berê jî hewl daye dayika wê qetil bike û gilî kir.
 
Parêzera malbata Selda Eller got telefona Selda Eller winaye û gumanbar bi windakirina telefonê delîl reşkirine.
 
Runiştina dozê taloqî 13’ê Gulanê saet 11’an hat kirin.