
Li Rojava civîna ‘Bi Şamê re diyalog û agirbest’
- 19:53 18 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, MSD û QSD’ê di civîneke ku pêvajoya diyalogê ya bi rêveberiya Şamê re hat nîşaşkirin de li hev civiyan.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), duh, di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de civîneke dewrî hat lidarxistin.
Di civînê de rewşa heyî ya li welat û rêveçûna diyaloga bi desthilata Şamê re hatin nîqaşkirin. Di civînê de beşdaran girîngî da destpêkirina rêzecivînên herêmî yên li tevahî bajarên herêmê tên lidarxistin û got armanc ji wan civînan ew e ku tevahî pêkhateyên civakê di pêvajoya siyasî de bi awayekî çalak û giştî beşdar bibin.
Her sê aliyên beşdar girîngî da serketina diyaloga bi desthilata Şamê re ku bi rêya wê çareseriyên guncaw ji hûrgilî û mijarên ku têne gotûbêjin re werin dîtin, da ku bi desthilata Şamê re li ser pêkanîna mekanîzmeyan bigihînin lihevkirinekê, mîna yekkirina saziyên leşkerî û rêveberî, vegerandina koçberan li warên wan. Her wiha hat gotin pêwîstî bi diyarkirina amûrên guncaw heye ku ev lihevkirinên têkildarî van dozan werin pêkanîn.
Di dawiya civînê de hat gotin ku divê agirbest pêk bê, ji ber ku ew gaveke ber bi misogeriya pêşketin û serketina diyalogê ve ye û desthilata Şamê li hember serketina vê diyalogê û pêkanîna armancên wê berpirsiyar e.