Ji bo gumanbarê tundiyê lîstikvan Oza Guven daxwaza 11 sal û 6 meh ceza

  • 18:58 14 Sibat 2025
  • Rojane
STENBOL - Gumanbarê tundiyê lîstikvan Ozan Guven tundî li Denîz Bulutsuz kiribû û ji doza dihat darizandin mutala hat aşkerakirin. Dozgeriyê der barê gumanbar Ozan Guven heta 11 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê xwest. Der barê Bulutsuz de jî ji 4 mehan heta salekê ceza hat xwestin.
 
Runiştina doza gumanbarê gundiyê lîstikvan Ozan Guven ku tundî li jina ku pê re dijiya Denîz Bulutsuz kiribû, li 58’emîn dadgeha cezaya Asliye ya Qesra Edaletê ya Stenolê hat dîtin. Der barê mijarê de mutala hat aşkerakirin.
 
Parêzerên aliyan di runiştinê de amade bûn. Dozger di mutalaya xwe de der barê gumanbar Ozan Guven de ji sûcên ‘ji qestî birîndarkirin’, ‘kes ji azadiyê bêparhiştin’ heta 11 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hat xwestin. Ji sûcê heqeretê jî daxwaza biryara beratê hat kirin.
 
Der barê Denîz Bulutsuz de jî ji sûcê ‘bi hêsanî birîndarkirin’ ji 4 mehan heta salekê cezayê girtîgehê hat xwestin.