![](/staticfiles/news/251396/2025/02/13/823x463cc-mrk-13-02-25-kantonlarda-yuruyus.jpeg)
Ciwanên Êzidî komploya navneteweyî şermezar kirin
- 20:51 13 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Ciwanên Êzidî yên Kantonên Cizîrê, Efrîn û Şehbayê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kirin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê bikin.
Ciwanên Êzidî yên li Kantonên Cizîrê, Efrîn û Şehbayê li pêş Mala Êzidî ya Tirbespiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêvebera ciwanên Êzidî Medya Naso ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat ev tişt hat gotin: “Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd û gelên din ên herêmê hate pêkanîn, gelek caran civaka Êzidî re di komployan re derbas bû. Civaka Çzidî bi rêya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe dît.”
Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku felsefeya Abdullah Ocalan nûnertiya nirx, wateyên biratiya gelan, cewhera gelan dike û ev tişt hatin gotin: “Civaka Êzidî karî bi rêya vê felsefeyê rêveberiya xweser ya Şengalê ku hîna ji hêla dewleta Tirk a dagirker di komployan re derbas dibe, ava bike. Guhertinên li Sûriyeyê bi hilweşîna rejîma Baas çêbûne û hewldana çeteyan a dagirkirina xaka Sûriyeyê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî gelên herêmê ye.”
Ciwanên Êzidî di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bidomînin.”