‘Ji Rêber Apo nameyek hat’

  • 21:43 13 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nameyek ji wan re hatiye şandin.
 
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di Bernameya Taybet a di Stêrk TV de daxuyaniyên girîng dan. Cemîl Bayik cara yekem di Stêrk Tv de daxuyand ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bo wan nameyek hatiye şandin.
 
Cemîl Bayik, got Abdullah Ocalan bi salane ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kedek mezin dide û Abdullah Ocalan gavên ku ji bo çareseriyê davêje dixwaze bigihîne hedefên hîn mezintir. Cemîl Bayik wiha got: “Rêber Apo dixwaze vê pêngavê xurtir bike. Dixwaza pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derxe û bigihîne zemîna demokratîkbûnê. Ji bo vê xebatê dimeşîne.
 
Cemîl Bayik her wiha diyar ki rku tecrîda Îmraliyê didome û nêzîkatiya dewletê ya li hember pêvajoyê jî rexne kir. Cemîl Bayik wiha got: “Ji bo pêvajo bimeşe divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk bên. Ger Rêber Apo azad nebe û şert û mercên wî baş nebin wê ev hêvî çawa pêk bên?Wê çawa bersiv bide bagnan? Ev ne pêkane. Niha destê Rêber Apo girêdane û avêtine hewzekê. Dibêjin di nav de tevbigere. Wê çawa tevbigere?”