Dadgehê cezayê Ayşe Gokkan ê 'endamtiyê' betal kir
- 14:51 12 Sibat 2025
- Hiqûq
RIHA – Dadgeha Bilind cezayê 19 sal û 6 meh girtîgehê yê li Berdevka berê ya TJA'yê Ayşe Gokkan bi îdiaya 2 caran "endamtiya rêxistinê" betal kir.
Dadgeha Bilind biryara ku ji bo Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya berê Ayşe Gokkan a ku 2 caran bi îdiaya “endamtiyê” carekê 12 sal û ya din jî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, betal kir. Dadgeha Bilind biryara 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya ku bi giştî 30 sal cezayê girtîgehê dabû, bi qismî betal kir.
Dadgeha Bilind li ser serlêdana îtîrazê ya parêzerên Ayşe Gokkan lêkolîn kir û piştî vê biryar xwe da.
Biryara berdewamkirina girtinê
Dadgeha Bilind bi betalkirina biryarê dosya ji bo ji nû ve darizandinê şand 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û biryara berdewamkirina girtina Ayşe Gokkan da.