Li Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakiyên 8’ê Adarê

  • 16:18 4 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Sûriyeya demokratîk ve" dar hatin çandin, parkek hat vekirin, semîner hatin dayîn û sazî û bendên kontrolê hatin ziyaretkirin.
 
Çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Sûriyeya demokratîk ve" dewam dikin.
 
Dêrazor 
 
Bi boneya 8’ê Adarê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê semîner da. Semîner li bajarokê Kisra yê rojavayê Dêrazorê bi amadebûna bi dehan endamên kombûnê û Meclisa Herêma Rojava ya Bajarokê Kisrayê hate dayîn.
 
Di semînerê de dîroka boneya 8’ê Adarê, ragihandina wê wekî Roja Jinan a Cîhanê hatin şîrovekirin.
 
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Cezratê Xedîce El Mihemed têkoşîna jinan a li hemberî hişmendiya baviksalar û girîngiya rizgarkirina jinan vegot.
 
Xedîce şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: "Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azad têkoşîna li hemberî zayendperstî, kedxwarî û despotiyê mezin bikin."
 
Eyn Îsa
 
Bi heman boneyê endamên sazî û meclisên bajarê Eyn Îsayê, bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundinrîn-Jin ziyaret kirin.
 
Endama malavaniya hêzên ewlekariyê kirin û gul diyarî wan kirin.
 
Girkê Legê 
 
Meclisa Kongra Star a bajarê Girkê Legê bi beşdariya bi dehan jinan semînerek li navenda Sendîqeya Kedkaran a bajarokê Rimêlanê da.
 
Piştî rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Bajarê Girkê Legê Nesrîn Tahir semîner da. Nesrîn di destpêkê de 8’ê Adarê li Abdullah Ocalan pîroz kir û dîroka boneya 8’ê Adarê şîrove kir.
 
Nesrîn îşaret bi şoreşa jinan kir û got: "Ev şoreş ji bo avakirina civakeke exlaq, polîtîk û demokratîk e. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bingeha hebûna jinan e."
 
Di dawiya semînerê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin.
 
Çilaxa
 
Bi heman armancê, Meclisa Kongra Star a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê semînerek da. Semîner bi amadebûna bi dehan jinan li hola PYD’ê hate dayîn.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtin, endama Kongra Star Sara Ehmed 8’ê Adarê li YPJ û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û dîroka vê rojê şîrove kir. Sara Ehmed her wiha got: "Divê em mîrase û fedakariyên pêşengên şoreşa jinan biparêzin. Divê em xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe geş bikin da ku dengê xwe bighînin tevahî jinên ku hîna zilm li ser wan tê kirin. Erka me ye feslefeya Jin, Jiyan, Azadî bighînin tevahiya jinan da ku armanca xwe ya avakirina civakeke azad, demokratîk a bê kole pêk bînin."
 
Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Saziya Perwerdeyê Nizha Seyfedîn jî got: "8’ê Adarê çirûska yekemîn a têkoşîna jinan a li hemberî pergalên zilmkar û zihniyeta desthilatdar e. Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ev çirûsk geş bû û ji bo jinan bû felsefeyek."
 
Di dawiya semînerê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin.
 
Kobanê 
 
Bi dehan jinên Kantona Firatê, endam û rêveberên Desteya Jîngehê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê 100 darên bero li gundê Minazê yê girêdayî bajarê Kobanê çandin.
 
Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Elmaz Romî axivî û got: "Her sal bi wesîleya 8’ê Adarê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Çalakiyên îsal jî bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Sûriyeyeke demokratîk ve’ tên lidarxistin. Îro jî me di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li gundê Minazê bi qasî sed dar çandin."
 
Elmaz Romî anî ziman ku bi çandina daran ew 8’ê Adarê geş dikin û wiha berdewam kir: "Roja 8’ê Adarê bi vî rengî dest pê kir. Gelek çalakiyên cuda hatin kirin. Ji bo ku em welatê xwe şîn bikin û bêtir xweşik bikin, wê ev çandina daran heya roja 4’ê Nîsanê berdewam bike. Divê tevahî jin beşdarî çandina daran bibin. Ez roja 8’ê Adarê şervanên YPJ’ê û hemû jinan pîroz dikin."
 
Reqa 
 
Desteya Pewerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê bi wesîleya 8’ê Adarê parkek bi navê Kerem El Hemd vekir. Di merasîmê vekirina parkê de bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.
 
Hevseroka Şaredariya Gel a Reqayê Sena El Yûsif  axivî û 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir. Sena, endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem El Hemed a ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê şehîd bibû bi bîr anî û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî silav kir.
 
Di parka ku firehiya wê 11 donim e, dar hatine çandin û lîstokên zarokan hatine danîn.
 
Tirbespiyê 
 
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava jî bi boneya 8’ê Adarê serdana Mala Êzidiyan a li bajarê Tirbespiyê kir.
 
Di serdanê de rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediya Şemo axivî û got: "8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz be. Ev roj berxwedan û sekna jinan a li hemberî zilmê nîşan dide."
 
Hediya Şemo bal kişand ser berxwedana YPJ’ê jî û wiha anî ziman "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê YPJ ’ê ji bo tevahiya jinên têkoşer bûye mînak."
 
Li aliyekî din jî endamênn Kongra Star, serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Parastina Civakî (HPC-Jin) û radyoya Star Fm kirin û bi boneya 8’ê Adarê gul diyarî wan kirin.