Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hat tehliyekirin 2025-03-04 15:38:40     STENBOL - Ji damezirînerên ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil de hate tehliyekirin.    Danişîna ewil a doza parastvana mafên mirovan û ji damezirînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nîmet Tanrikulu ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê ji bo Nîmet Tanrikulu biryara tehliyeyê da.    Nîmet Tanrikulu, ji 29’ê Mijdara 2024’an ve di girtîgehê de ye.