
Li Silêmaniyê, TAJÊ serdana jinan kir
- 11:58 7 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ rêze hevdîtin li gel jinên partiya Goran, partiya Komînîst û partiya Zehmetkêşan re pêkanî.
Komîteya Dîplomasiya TAJÊ bi rasthatina 8’ê Adarê re Roja Jinên Cîhanê li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran, Partiya Komînîst û partiya Zehmetkêşan kir.
Hevdîtin bi jinên partiyan re hate kirin û di serî de 8’ê Adarê li jinan hate pîroz kirin. Piştre nîqaş li ser guhertina Yasaya Rewşa Kesî û Efûya Giştî tevî xeteriyên van zagonan hatin meşandin.
‘Bi yekîtiya jinan em ê pêşiya qetilkirina jinan bigrin’
Di nîqaşan de xeteriya guhertina Yasaya Rewşa Kesî û Efûya Giştî hate nîqaş kirin û hate diyar kirin ku guhertina qanûna rewşa kesî Iraq ber bi paşveçûnekê û xeteriyekê mezin ve dibe. Ev guherîn rê li ber kuştina zarok û jinan vedike. Guhertina vê qanûnê ji aliyê zihniyeta mêrê serdest ve hatiye kirin. Di nîqaşan de bal hate kişandin ser wê ku divê hemû jin bi yek dengî guhertina qanûnê red bikin. Di heman demê de diyar kirin ku ji bo pêşiya kuştin û qirkirina jin bê girtin divê yekîtiya jinan bihêz bibe.
Şandeyê tevî partiyan li ser Efûya Giştî jî nîqaş kirin û diyar kirin ku ji bo ev efû neyê erê kirin divê civaka Iraqê bêdeng nemîne. Ev efû xeteriyên mezin ji bo Iraq û bi taybet ji bo civaka Êzidî û jina Êzîdî tîne. Wê efûya giştî rê veke ku çeteyên DAIŞ ji nûve xwe zindî bikin. Hate gotin ku jinên Êzîdî êşên mezin û nayên jibîr kirin û derman kirin ji destê çeteyên DAIŞ kişandin, lewma ji bo pêşiya komkujî û fermanan were girtin divê ev efû neyê qebûl kirin.