KJK: Tespît û pêşbîniya Rêber Apo pêk tê

  • 12:04 4 Adar 2025
  • Rojane
    
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî pîroz kir û got: "Dîrok, li ser xaka Mezopotamyayê şahidiya jinûvezindîbûna jina azad û bihara jinan a li hemberî zivistana tarî ya pergala serweriya mêran, dike û tespît û pêşbîniya Rêber Apo ya ‘Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala azadiya jinan’ pêk tê."
 
Koordînasyona KJK’ê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî ya di sala 126’emîn de daxuyaniyek nivîskî da.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî di sala 126’emîn de bi kelecan û hêviyeke mezin û ruhê berxwedanê pêşwazî dikin. Di şexsê Roza, Sara, Salîha, Nesrîn û Sevîm Belliyan de ku bi hewlên xwe yên pîroz mîrateya azadiyê ji me re hiştine û em afirandine, hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî li hemû jinên ku bi serhildêri, eşqa azadiyê û coşa xwe ku ji niha ve berê xwe dane qadan pîroz dikin.
 
Em hevrêyê jinan ê bêhempa û parêzvanê azadiyê Rêber Apo ku bi afirandina tevgera azadiya jinan ruhê 8’ê Adarê veguherandiye persfektîfeke wisa ku her roj tê jiyîn, bi rêzdarî û hezkirineke mezin silav dikin.
 
Em bi hemû hêz û hebûna xwe tevlî “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo dibin û serkeftina vê pêvajoyê ya di pêşengtiya jinan de weke erk û rûmeteke dîrokî bibînin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi ruh û coşa 8’ê Adarê tevlî vê banga ku weke manîfestoya serdemê ye, bibin û bi serkeftinê tacîdar bikin.
 
Têkoşîna me ya azadiyê ya li hemberî çanda serweriya mêran ku bi kolekirina jinan heya kûrahiyên civakê belav bûye, rê li ber jinûvezindîbûna jiyana azad û civaka azad a xwe dispêre azadiya jinan vedike. Jinên ku li seranserê cîhanê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dengê xwe bilind dikin û bi lêgerînên hevpar ên azadiyê têkoşînê bi rê ve dibin, cihanê diguherînin. Weke ku Rêber Apo jî aniye ziman ku gotiye; ‘Tevahiya dîroka şaristaniyê weke berfînên ku li hemberî zivistan û berfa dijwar a li hemberî serweriya xwe dispêre zordariyê û derewên li hemberî jinan, ji wê berf û qeşaya dijwar derbas dibe û azadbûnên jinan pêk tên.’
 
Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala azadiya jinan
 
Şoreşa me ya jinan a di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye xurtkirin û ji aliyê çanda feraseta hişmendiya mêran a serwer ve hatiye afirandin, ber bi azadiyê ve dimeşe, dîrokê bi awayekî berdewam li gorî berjewendiyên jinan diguherîne û çanda azadiya jinan nû dike. Pêşengtiya jinan a berxwedanî a ku bi hemû hebûna xwe bi eşqeke mezin tevlî şoreş û têkoşîna azadiya jinan bûye, ne tenê ji bo jinan, di veguherîna hemû civakê de erkeke bibandor û diyarker girtiye ser milên xwe. Di şexsê Şoreşa Jinan a Rojava de, bi modela jina azad û civaka azad êdî hatiye îspatkirin ku modernîteya jinan a demokratîk weke alternatîfekê derketiye pêş û ji hemû cîhanê re bûye çavkaniya îlham û hêviyê. Dîrok, li ser xaka Mezopotamyayê şahidiya jinûvezindîbûna jina azad û bihara jinan a li hemberî zivistana tarî ya pergala serweriya mêran, dike û tespît û pêşbîniya Rêber Apo ya ‘Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala azadiya jinan’ pêk tê.
 
PKK ku di pêşengtiya tevgera me ya jinan de, bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya dûr û dirêj ku xwe dispêre 50 salî, hebûn, çareserî û azadiya pirsgirêka Kurd ji xwe re kiriye armanc û li sînorên ku lê ser ava bûye, derbas bûye û li seranserê cîhanê belav bûye. PKK ku li gel banga Rêber Apo erka xwe ya dîrokî bi cih aniye, dê bi esasgirtina destkeftiyên ku di berjewendiyên jin û gelan de afirandine, li ser bingeha jinûveavabûn û avakirina civaka demokratîk meşa xwe ya ber bi azadiyê ve bidomîne.
 
Divê hemû hêz beşdarî vê pêvajoyê bibin
 
Ji bo serkeftina ‘Banga Aşitî û Civaka Demokratîk’ beriya her tiştî dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna şert û mercên xebitîna azad, bi avêtina pêngavên yasayî û hiqûqî yên hewce û avakirina zemîna siyaseta demokratîk erk û şertên pêvajoyê yên teqez in. Agirbesta ku piştî banga dîrokî ji aliyê Partiya me PKK’ê ve hate îlankirin jî ji aliyê pêşketina vê pêvajoyê ya bi awayekî serkeftî ve zemîneke gelekî girîng ava kiriye. Li ser vê zemîna ku derketî holê, divê hemû pêkhateyên li Kurdistan û Tirkiyeyê tevlî vê pêvajoyê bibin û banga dîrokî ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ di nava hemû civakê de cih bigire.
 
Çanda şerî ya xwe dispêre serweriya mêran, beriya her tiştî jinan hedef digire û weke ku li ser rûpelên dîrokê xuya dike, bedelên herî giran ên şerî ji aliyê jinan ve tên dayîn.
 
Banga Rêber Apo; li hemberî Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ê hêzên modernîteya kapîtalîst ku navenda wê li Rojhilata Navîn û Kurdistan e, li hemberî serweriya mêran a bi şeran hatiye xurtkirin û xwe di nava hemû civakê de nîşan dide, li hemberî çanda destdirêjiyê, li hemberî qetilkirina jinan û li hemberî çanda her cure tundiyê wê bibe serkeftina çanda azadiya jinan. Ev banga dîrokî, çareseriya pirsgirêka azadiya jinan hedef dike. Jin, temînata serkeftina demokrasiyê ne. Bêyî jinan aşitiya civakî û demokratîkbûyîn pêk nayê. Heta ku hişmendî û nêzîkatiyên serweriya mêran ên li hemberî jinan û azadiya wan neyên guherîn û pirsgirêkên jinan neyên çareserkirin ne pirsgirêkên demokrasiyê ne yên azadiyan û ne jî yên ekolojîk û aborî tên çareserkirin. Têkiliyên gelên Kurd, Tirk, Ereb û Faris ên ku ev du sed sal in bi komployên hêzên serweriya mêran a modernîteya kapîtalîst xirab bûne, dê girêdayî bingeha jinûveavabûna civaka demokratîk, aşitiya birûmet û çand û têkoşîna azadiya jinan pêk were.
 
Banga Aşti û Civaka Demokratîk 
 
Girêdayî vê yekê em diyar dikin ku em ê bi hişmendî û berpirsiyariya xwe ya dîrokî ya pozîsyona xwe ya stratejîk, li her derê bi seferberiya birêxistinbûn, perwerde û çalakiyên demokratîk tevlî banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ya xwe dispêre azadiya jinan bibin.
 
Tevgerên jinan ên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê li hemberî poltîkayên zayendprest ên li dijî jinan hatine pêşxistin, têkoşîneke mezin dane meşandin. Pêşketina vê pêvajoyê ya di çarçoveya azadiyên jinan de rola tevgerên jinan ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelekî girîng e. Bi avakirina bernameyên azadiya jinan û rizgariyê tevlîbûna wan a ji bo vê pêvajoyê ya birêxistinî, dê çarçoveya pêvajoyê diyar bike. Yek ji sedema bingehîn a nedemokratîkbûyîna komarê jî çaresernekirina pirsgirêka jinan e.
 
Demokratîkbûyîna komarê ya di sedsala duyemîn de, dê bi tevlîbûnan jinan ya ji bo pêvajoyê ya bi reng, perfektîfên xwe yên çareseriyê û hêzên xwe pêk were. Tevgerên jinan ên demokratîk ên li Tirkiyeyê, weke tevgerên aşitiyê yên pêvajoyê bi erk û berpirsiyareke dîrokî re rû bi rû ne. Ji bo çareserkirina pirsgirkên jinan û avakirina civaka demokratîk em bang li hemû jinên Tirkiyeyî dikin ku bi erk û berpirsiyariyên dîrokî li vê pêvajoyê xwedî derkevin û bi awayekî çalak tevlî bibin.
 
Jin jiyan azadî, veguherî felsefeya jiyan û têkoşînê
 
Li gel destwerdana li Sûriyeyê û hilweşîna rejîma BAAS’ê, li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû pêş ket. Modela civaka demokratîk a li gel Şoreşa Jinan a Rojava derketî holê, bi qasî parastina wê ya li hemberî zîhniyeta selefîst, şert û mercên belavbûna wê ya ji bo hemû Sûriye û Rojhilata Navîn jî pêk hatine.
 
Têkoşîna jinan a Sûriyeya Demokratîk ku bi pêşengtiya tevgera jinan ku bi hemû çand û gelan pêk tê, dê rêya Komara Sûriyeyê ya Demokratîk veke. Bi boneya vê yekê em şervanên azadiyê yên jin ên YPJ’ê yên di vê pêvajoyê de di têkoşîna li hemberî hêzên dagirker de şehîd bûne û jinên pêşengên avakirinê bi bîr tînin û berxwedana wan silav dikin.
 
Li Îranê şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’, di pêşengtiya tevgera jinan a Rojhilatê de veguheriye felsefeya jiyan û têkoşînê ya hemû cîhanê. Têkoşîn û eşqa azadiya jinan ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêş ketiye, bi qasî ku bi zîndan û cezayên darvekirinê neyê teslîmgirtin, bi hêz û xurt e. Berxwedana Zeynep Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Muhammediyan, ku nûnertiya çanda têkoşîna tevgera jinên Kurd û Îranî dikin, dê rêya Komara Îranê ya Demokratîk vekin.
 
Zext û astengiyên li hemberî têkoşîna jinan ên li Iraqê û polîtîkayên ku destkeftiyên jinan tune dikin, her ku diçe kûrtir dibin û hewl tê dayîn ku bi awayê herî dijwar jin werin kolekirin. Li hemberî van polîtîkayan têkoşîna tevgerên jinan ên li Başûr û Iraqê, rê li pêşiya yekîtiya têkoşînê vedike. Li hemberî yasayên tên derxistin ku kolekirina jinan esas digirin, dê li gel çalakbûna bibandor, birêxistinbûn û zanedarbûnê civaka demokratîk ya Başûr û Iraqê were avakirin. Têkoşîna dîrokî ya tevgerên jinên Êzîdî ya Şengalê, rastiya qirkirina pênc hezar salî hilweşand û dîrok ji nû ve di çarçoveya berjewendiya jinan de tê nîvîsandin. Bi rêxistinbûna xwe ya xweser ber bi azadiyê ve û bi nûkirina evîna Edûleyê ber bi serkeftinê ve dimeşin. Li Mexmûrê li hemberî hemû wêrankeriya pergala qirkirinê, çanda jina azad a Botanê ku bi dehan salan li ber xwe dide, bi pêşengtiya Zînên hemdem ji nû ve tê zindîkirin.
 
Tevgerên jinên Kurd ên li hemû qadên li Ewropayê û derveyî Kurdistanê bi hesreta welêt û xeyala welatê azad têdikoşînê didin meşandin, di navbera gerdûnîbûna azadiya jinan û çareserkirina pirsgirêka Kurd de bûne pireke mezin û qewî. Li navenda modernîteya kapîtalîst bi enerjiya têkoşînê ya li hemberî pergalê dê weke avakarên Aşitî û Civaka Demokratîk û hêzên pêşeng tevlî bibin.
 
Mirovahî nefeseke rehet distîne
 
Îro li sernaserê cîhanê, li hemû parzemînan û li Rojhilata Navîn êrîşeke serweriya mêran a dijwar heye û li hemberî van êrîşan jî ji aliyê jinan, tevgerên jinan, dostên me yên jin û xwîşkên me ve têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Bi saya hebûna têkoşîna jinan, exlaq, çand, hêza jiyanê û eşka ku ji aliyê jinan ve tin zindî tê girtin, îro cîhana me û mirovahî nefeseke rehet distîne.
 
Jin ji bo vê yekê di hemû kêliyên jiyanê de bedêlan didin û ev yek berdewam jî dike. Armanca Aşitî û Civaka Demokratîk, îdealên jiyana azad û bedew, mezintirîn xeyala hemû jinan, dayikan û ciwanan e. Em bang li hemû jin û tevgerên jinan ên ku bi armanca azadiyê dijîn, dimeşin û serî radikin, dikin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoya pêş dikeve. Yekîtiya têkoşîna jinan a neteweyî, herêmî û gerdûnî, dê şer û çanda tundiyê ya serweriya mêran hilweşîne û sedsala 21’emîn veguherîne sedsala azadiya jinan.
 
Hewcehiya Aşitî û Civaka Demokratîk ji bo jinan gelekî girîng e. Pêngava me ya ‘Em bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Şoreşa Jinan ve dimeşin’ girêdayî avakirina civaka demokratîk û parastina nirxên şoreşa jinan berdewam dike. Weke jinan em dikarin bi zindîkirina Civaka Demokratîk û serhildana li hemberî serweriya mêran a li her derê, pergala konfederal a jinan ava bikin. Xweparastina me bes bi Aşitî û Civaka Demokratîk pêkan e.
 
Rêxistinbûna xwe mezin bikin
 
Girêdayî vê yekê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî bang li hemû jinan dikin ku bi şîara ‘Bi Avakirina Civaka Demokratîk, Werin Em Hemû Rojan Bikin Roja Jinan’ berê xwe bidin qadan û li hemberî serweriya mêran têkoşîn, hişmendî û birêxistinbûna xwe mezin bikin.
 
Li ser xaka Mezopotamyayê bihara ku ji aliyê têkoşîna me ya jinan ve hatî afirandin, mizgîniya vejîna jinan ya weke rojê dide. Girêdayî vê yekê em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedakar a Cîhanî li hemû jinan pîroz dikin û serhildan, kelecan û berxwedana wan parve dikin.”