
Ji Meclîsa Îştar piştgiriya banga Abdullah Ocalan
- 16:04 4 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê gotin: “Em weke Meclîsa Îştar piştgirî didin banga Rêber Apo ya ji bo çareseriyê. Divê dewleta Tirk demil dest bersiva banga Rêber Apo bide.”
Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê li gel girtiyên din ên Îmraliyê û şandeya DEM Partiyê, banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Îştar a wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Îştar Ayten Kartal ve hat xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Di sedsala 21’emîn de pergala sîstema kûrewî ku li ser dijbertiya civakê û qirkirina jinê, xwe didi meşandin krizên pergalî dijin. Êrişên hişmendiya serweriya mêr ku bi hezaran sale tine hesibandinê li ser jinê dide ferzkirin, di pergala modernîteya kapîtalîst û rastiya şerê cîhanê yê sêyemîn de gihiştiye lutkeyê.
Kedxwariya kedê, ne wekhevî û bê edaletî herî zêde li ser jinê tê meşandin. Ji ber pergala serweriya mêr herî zêde ji hêza jinê ditirse bi awayek sîstematîk êrişî jinê dike.
Wekî îsyana 29’emîn ya herî dawî PKK li beramberî wê hişmendî û pergala ku jin û mirovahî kole dike û li ser keda wan xwe didi jiyankirin derket. Bê navber tekoşîna di 50’î salan de meşandiye armanca sereke parastina mafê jin û gelê bindeste.
Bi rûxandina biloka sovyet, mudaxelekirina Kuwêt, rûxnadina Seddam, komploya navdewletî û her wiha şerê cîhanê yê sêyemîn hat destpêkirin. Ji nû ve dîzayînkirina Rojhilata Navîn û cîhanê kete rojeva hêzên hegemonîk. Bi temambûna sedsala peymana Lozanê re şerê cîhanê yê sêyemîn kete qonaxek din. Her hêz û dewlet xwest di vê parvekirina nû de serweriya xwe zêdetir bikin, yek ji van dewletan jî dewleta Turke. Di heman demê de yê zêde xof dijiya dîsa Komara Tirk bû. Li ser vî esasî bi daxwaza Dewlet Bexçelî bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin. Her çiqas ji ber metirsî û berjewediya xwe komara Tirk pêvajoya hevdîtinê dabe destpêkirin jî lê em dizanin ev hevdîtin di encama berxwedana Rebertî û Rêbertî wek çareseriya peşerojê dîtin bû. Li rûxmê van hevdîtinan li ser esasê berjewediyê hate destpêkirin jî, lê Rêbertî weke Rêberekî sosyalîst bersiv da, got ez dikarim îradeya çareseriya pirsgirêkên di zemînên siyasî û huquqî de çareserî beyankir. Li ser vî esasî di 27 Sibata 2025’an de nameya bi navê Astî û civaka demokratîk ji bo raya giştî ragihand û di vê nameyê de bang li PKK ‘ê kir ku xwe fesih bike.
Em wek gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji salên 90’î û şûnde bi penaberiyek bi êş ku penaberên ser xaka xwe û bi guhertina gelek wargehan heta roja îro meşiyane. Lê li rûxmê hemû zorî, qetilkirin û reşkujiyan jî me dest ji têkoşîn û berxwedana xwe berneda û em bernadin jî. Wek jinên Wargeha Şehîd Rustem yên ku 30 salin penaperin û bi hesreta nasname, çand û zimanê xwe em jiyan bikin têdikoşin. Ji bo wê em bang li dewleta Tirk dikin bi aqlê selîm tevbigere, xwe ji bo guhertinên dîrokî amade bikin. Ji bo wê ev banga Rêber Apo kirî divê demil dest rayedarên dewleta Tirk bersiv bidin, di vê çarçovêde gavên siyasî û huquqî bi avêje û ji bo Rêber Apo di vê pêvajoyê de rolê xwe yê dîrokî bileyîze, şert û mercên Rêbertî werin guhertin û mafê wî yê Hêviyê were cihkirin daku pêvajo biserbikeve.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.