
Li ser Çemê Dîcleyê zincîra jiyanê
- 16:00 4 Adar 2025
- Rojane
ŞIRNEX - TJA'yê bi minesebeta 8ê Adarê ji bo balê bikşînê ser jinên hatinê kuştin li ser çemê Dîcleyê zincîra jiyanê çêkirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çerçoveya bernameyên 8'ê Adarê de li parqa Meleyê Cizîrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, çalakiya zincîra jiyanê li darxistin.
Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî bernameyê bûn. Jin li parqê kom bûn û wêneyê jinên hatinê kuştin hilgirtin. Jin heta ber çemê Dîcleyê bi dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” meşiyan û li vir daxuyanî dan.
Di daxuyanî de aktivîsta TJA'ê Berîvan Kutlu axivî. Berîvan Kutlu balkişand ser qetilkirina jinan û wiha got: “8 Adarê li hemû jinan pîroz be. Li hemû qadên jiyanê jin hatine kuştin. Di fereseta mêr de guherîn tune ye. Divê em li dijî fereseta mêr bitêkoşin. Heta jin azad nebin em ê her roj bikin 8'ê Adarê. Dema em dixwazin ji bo jinan daxuyanî bidin li derdora me digrin lê dema jin tên kuştin û rastî destdirêjayiyê tên tiştek nakin. Îro em li ber çemê Dîcle ku gelek jinan ji ber zextên zilam xwe li vir xeniqîne dibêjin heta jin mafên xwe bi dest nexînin têkoşîna me wê bidomê.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.