
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
- 15:27 4 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên 8'ê Adarê bi pêşengiya TJA'yê li Kurdistanê didomin. Di çalakiyan de jinan derbarê bangewaziyê de nêrînên xwe anîn ziman û banga tevlîbûna jinan li çalakiyan kir.
Li Kurdistanê çalakiyên 8'ê Adarê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk tên. Jinan di çalakiyan de banga tevlîbûna mîtîngên 8'ê Adarê dikin. Li Amedê çalakiyên cuda hatin lidarxistin û li Wanê jî gorên jinên YJA-Star hatin ziyaretkirin.
Amed
Çalakiyên ji bo 8’ê Adarê li hemû qadên Amedê dewam kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gelek deverên bajêr alên mor û flama hatin daliqandin. Ji bo mîtînga 8'ê Adarê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, pankartên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî û tirkî "Bijî 8'ê Adarê" hatin daliqandin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê di çarçoveya 8'ê Adarê de, li ser Pira Deh Çavan qurnefîl avêtin Çemê Dîcleyê daxwaza aştiyê kirin. Dayikên Aştiyê di çalakiyê de wiha gotin: "Em ji bo aştiyê, ji bo hemû jinan kulîlkan davêjin avê û em hêvî dikin ku êşên ku me kişandine, sivik bibe. Em daxwaz dikin ku 8'ê Adarê bibe sedema aştî û azadiyê. Bila deriyên zindanan bên vekirin, bila zarokên me jî azad bibin."
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya ku bi boneya 8'ê Adarê çalakiyên curbecur li dar dixe. Di dîrokên cuda de pêşangeha wêneyên jinan ku kesayetên navdar ên di qada têkoşîn û çand û hunerê de cih digirin vekir. Pêşangeha li ber deriyê avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat vekirin bala xebatkarên şaredariyê û welatiyan kişand.
TJA'yê li gundê Palûkê yê Amedê belavokên 8'ê Adarê belav kir. Gelek aktîvîstên TJA'yê, Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol û gelek jin tev li çalakiyê bûn. Aktîvîstên TJA'yê bi welatiyan re sohbet kirin û derheqê pêvajoyê û 8'ê Adarê de agahî dan. Her wiha aktîvîstên TJA'yê belavok belav kirin û xwestin jinên gundê Palûkê tevli mitînga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê bibin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê jî di çarçoveya 8'ê Adarê de, serdana esnafên jin ên li Bismilê kir. Li ser girîngiya mezinkirina hevgirtinê hat rawestandin.
Wan
Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de gorên jinên YJA-Star hatin ziyaretkirin. Dayikên Aştiyê, Rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî serdanê bûn. Di serdanê de ji bo endamên YJA-Starê deqeyek rêz hat girtin û dirûşmeyên "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî deqîqeya rêzgirtinê Hevseroka MEBYA-DER'a Wanê Xanim Kaya axaftinek kir.
Jinan bi berzkirina dirûşma "Şehîd namirin" qurnefîl danîn ser goran û çalakiya xwe bi dawî kirin.