KBG: Em rêbazên hatine ferzkirin red dikin

  • 21:00 14 Sibat 2025
  • Rojane
STENBOL- KBG’ê bi dirûşmeya ‘li dijî ferzkirina malbatê, evîndariyên ne wekhev em di serhildanê de ne’ daxuyanî dan û gotin ew bêyî tirs bêyî serî bitewînin hemû rêbazên ku desthilatdarî ferz dikin red dikin.
 
Jin Bihevre Xurtin (KBG) bi dirûşmeya  ‘li dijî ferzkirina malbatê, evîndariyên ne wekhev em di serhildanê de ne’ li Qada Kahlkedon a Kadikoyê daxuyaniyek da. Parlametnera Dem Partiyê Çîçek Otlu û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê Ezgî Karakuş xwend.
 
Ezgî Karakuş balkişand ser gotinên ‘sala malbatê’ ya desthilatdariyê û got: “Jin bi fikar li derve dimeşin. Jin tên qetilkirin. Lê gumanbarên jinan tên parastin bi bêcezahiştinê tên xelatkirin. Jin di xizaniyê de dijîn.”
 
Ezgî Karakuş ‘Roja Hezkiriyan’ ya 14’ê Sibatê bibîr xist û got di bin navê evîndarî Û malbatê de tundî zêde bûye wiha vegot: “Bêyî tirs bêyî serî bê tewandin em hemû rêbazên ku desthilatdarî ferz dikin red dikin.Bêyî tirs bêyî serîtewandinê em ê malbata pîroz têk bibin. Em riya yekitiyê, parvekirina jiyanê dizanin. Em rêbazên hatine ferzkirin red dikin.”
Daxuyanî bi çepikan û dirûşmeyan bidawî bû. Piştî daxuyaniyê gelek jin hatin binçavkirin.