
Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ diroja duyemîn de ye
- 18:23 14 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a 3 rojan ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li başûrê Fransayê hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de bi coş didome.
Meş bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” di 13’ê Sibatê de li ber Şaredariya Martiguesê destpê kiribû. Di roja yekem de 123 kesên ji bajarên wekî Draguignan, Montpellier, Avignon û Marignaneyê hatibûn beşdarî meşê bûn.
Meşa 3 rojan piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir.Meşvanan di tevahiya meşê de bi Kurdî, Fransî û Tirkî daxuyaniyên çapemeniyê dan û daxwazên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd anîn ziman. Her wiha belavokên bi daxwaza “Azadî ji Rêber Apo re, ji Kurdistanê re statu” li gel belav kirin.
Di roja duyemîn a meşê de gelek kes di saetên serê sibê de li ber Şaredariya Marignaneyê kom bûn û bi beşdarbûna 196 kesan meş berdewam kir.Meşvanan di meşê de pankart û flama rakirin û bê navber dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî" berz kirin.
Meş bi coşeke mezin û biryardarî didome û armanc dikin ku di dawiya rojê de xwe bigihînin herêma La Viste ya Marsilyayê.Di roja 3’yemîn de wê bi hezaran kes li navenda bajarê Marsîlyayê bimeşin û dawî li meşa xwe bînin.