![](/staticfiles/news/251388/2025/02/13/823x463cc-mrk-13-02-25-ocalan-yuruyus.jpeg)
Bi hezaran jin ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
- 18:39 13 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Reqayê bi hezaran jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê meşiyan.
Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi armanca şermezarkirina komployê meşek li dar xist. Bi sedan jinên ji kantonên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Firatê beşdarî meşê bûn.
Meş ji Çerxerêya Panorama ya naverasta bajarê Reqayê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke yên bajêr geriyan û li Qada Jinan vegerî mîtîngê. Li wir berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî û got: "Em jinên Firatê bi saya fikira Rêber Abdullah Ocalan dijîn. Em îro hemû pêşeng û têkoşer in. Azadiya me girêdayî azadiya Rêbertî ye."
Xûd El Îsa wiha domand: "Em bang li tevahî netewe û olên xwe dikin ku daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Li Îmraliyê li dijî komplogeran berxwedana dîrokî lê dide û têkoşîna me li tevahî qadan ji bo têkbirina vê komployê didome."
Xûd El Îsa bal kişand ser berxwedana QSD û YPJˋê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: "Berxwedana Bendava Tişrînê berxwedaneke efsanewî ye. Di oxira parastina herêmê ji êrişan keç û xortên me şehîd bûn. Êdî ev bend bûye sembola berxwedanê."
Di dawiya meşê de koma Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî pêşkêş kir.