Ji bo rojnamegeran bang: Berê xwe bidin Kobanê û rastiyan

  • 09:03 25 Kanûn 2024
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Nûçegîhana ANHA’yê Dîcle Ahmet der barê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku encama êrîşa SÎHA’yê de hatin qetilkin de axivî û got rojnamegeran ji ber astî derxistin holê ji aliyê Tirkiyeyê de hedef hatine girtin. Dîcle Ehmet bang li hemû cîhanê û rojnamegeran kirin ku berê xwe bidin Kobanê û rastiyan bibînin.
 
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, di encama êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ne yekemîn rojnameger in ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne hedef. Bi dehan rojnamegerên ku ji roja ku êrîş dewam dikin ve geşedanên dişopînin, bi SÎHA’yan hatin hedefgirtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê ji sala 2019’an û vir ve herî kêm 13 rojnameger hatine qetilkirin. Nûçegihana Ajansa Hawarê (ANHA) Dîcle Ehmed der barê êrîşên li ser rojnamegeran de axivî û diyar kir ku rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji ber ku rastiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kirine hedef hatin girtin û destnîşan kir ku divê cîhan û çapemeniya cîhanê li dijî van êrîşan serî hilde. 
 
‘Nazim û Cîhan ji bo şoreşa Rojava bidin bihîstin, xebitîn’
 
Dîcle Ehmed da zanîn ku Nazim Daştan di 2014’an de berxwedana Kobanê de, Cîhan Bîlgîn jî di 2017’an de dema ANHA’yê de xebitiye li Qamişlo nas kiriye. Dîcle Ehmed got di 2019’an de bi Cîhan Bîlgîn re êrîşên li hember Girê Spî şopandine û got: “Em bi heval Nazim re salên dirêj xebitîn. Em li heman navçeyê dixebitîn û me bi hev re nûçe dişopand. Cîhan Bîlgîn li Qamişlo kar dikir. Ez li Kobanê dixebitîm. Carinan gava ez diçûm wir an dema ew dihat vir me hevdu didît. Carinan ji bo şopandina nûçeyan dihat Kobanê û em bi hev re dixebitîn. Dema Nazim û Cîhan hatin Rojava, ji bo ku şoreşa li vir pêk hatiye ji cîhanê re ragihînin xebitîn. Ji bo ragihandina têkoşîna gel a li dijî êrîşan û berxwedana li dijî DAIŞ û çeteyên Tirk hatin Rojava. Dixwestin ku ev şoreş çawa bi ser ket, ev şoreş çawa dest pê kir û gihaşt kîjan astê. Mal bi mal li kolanên Kobanê geriyan û çîrokên gel nivîsandin.”
 
‘Wateya hevaltiyê Nazim, bedewiya jiyanê Cîhan’
 
Dîcle Ehmed wiha dirêjî dayê: “Herdu hevalên me jî moral û piştgirî dida me. Ew bi henekên xwe yên baş dihatin naskirin. Ji aliyê aborî û manewî ve alîkariya her kesî dikirin. Ji bo me, ji bo zarok û kal û pîran. Her tim li cem hevalên xwe bûn. Li herêmên rizgarkirî her tim li kêleka gelê xwe bûn. Di her wateyê de moral dan me. Dema kêmasiyek me hebû, me bi hev re temam kir. Ji jiyanê hez dikirin, ji ken hez dikirin. Herdu hevalên me bi hevaltiya xwe ya baş dihatin naskirin. Dema ku me di berxwedana Kobanê de şehîd Nazim nas kir, min wateya rêhevaltiya bi wî re fêr bûm. Min bi Cîhanê re wateya jiyanê û bedewiya jiyanê nas kir.”
 
‘Di her şertî de xebatên xwe meşandin’
 
Dîcle Ehmed destnîşan kir ku her du rojnamegeran di her şert û mercên giran de xebatên xwe meşandine û wiha dirêjî dayê: “Nazim dema Dêrezorê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin birîndar bû. Me li Rojava bi derfetên kêm kar dikir, di warê teknîkî û peydakirina cihê xebatê de derfetên me kêm bûn. Bi taybetî di qadên şer de me zehmetî dikişand. Hewa pir sar bû, li her derê wesayîtên bombebarkirî hebûn. Nazim ji me re derfet diafirand, li hemberî van zehmetiyan têdikoşiya. Di şert û mercên zehmet de dijiyan. Cîhan jî wisa ye, di sala 2019’an de di êrîşên li ser Girê Spî de bi şev û roj dixebitî. Di bin her şert û mercî de karê xwe domandin. Bandoreke mezin li ser gel kirin. Tevî şert û mercên dijwar ên şer, balafirên şer yên bê mirov, balafirên keşfê û êrîşan jî di bin her şert û mercî de karê xwe kirin.” 
 
‘Em xebatên xwe di riya wan vekiriye de dimeşînin’
 
Dîcle Ehmed bi lêv kir ku qetilkirina hevalên wan bandorek mezin li ser wan kiriye û got: “Heta niha 30 rojnamegerên şoreşa Rojava didan bihistin şehîd bûn. Bûn dengê gel, dengê şoreşê. Berê jî hevala Dilîşan, Rizgar, Seed, Îsam, Dilovan, Agirî û dehan rojnamegerên din şehîd ketin. Em ê di riya ku hevalên me vekiriye de xebatên xwe bimeşînin.”
 
‘Tirkiye dixwaze tola çeteyên xwe bigire’
 
Dîcle Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Cîhan û Nazim polîtîkayên şerê taybet derdixin holê. Rastiya Tirkiye û çeteyên wê nîşan dida. Ev 14 roj in li Bendavan Tişrîn berxwedanek mezin heye. Li wir Tirkiye û çeteyên wê darbeyên mezin girt. Ji ber vê hevalên me hedef girtin. Tirkiye dixwaze tola çeteyên xwe bigire.”
 
‘Dema mijar dibin Kurd her kes bêdeng e’
 
Dîcle Ehmet balkişand ser bertekên li dijî qetilkirinê û got: “Bertek qels in. Cîhan bêdeng ma. Dema mijar dibin Kurd, dibin rojnamegerên Kurd tu kes deng nake. Çav û guhên xwe digirin. Ji ber em heqîqetê derdixin holê em dibin hedefa Tirkiyeyê. Ji berê de ev wisa ye. Tirkiye xebatkarên çapemeniyê ji ber vê dike hedef. Bi SÎHA’yan hedef digire.”
 
‘Divê cîhan berê xwe bide Kobanê’
 
Dîcle Ehmed daxuyakirin ku ji ber çeteyên li sînor û Cerablusê bicih bûne, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet jî Kobanê di bin tehdîdek mezin de ye û wiha dawî lê anî: “Tirkiye dixwaze vê herêmê dagir bike û li vê herêmê li dijî gelan qirkirinê pêk bîne. Hem leşkerên xwe dişîne herêmê û hem jî polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Di sala 2014’an de hemû cîhan ji bo Kobanê li ber xwe da. Di sala 2014’an de li Kobanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve berxwedaneke dîrokî hate meşandin. Çeteyên DAIŞ'ê ku hemû cîhan jê ditirsiya li Kobanê têk çû. Îro pêwîst e cîhan careke din rabe ser piyan û deynê xwe yê li Kobanê bide. Cîhan deyndarê Kobanê ye. Divê cîhan û hemû rojnamevanên cîhanê bala xwe bidin Kobanê. Banga me ji hemû rojnamevanên cîhanê re ev e; Bila werin Kobanê û bibin şahidê rastiyan û têkoşîna gel.”

Etîketan:

jinnews Rojava kurdistan