
Doza Gîsele Pelîcot: Ji bo gumanbaran cezayê girtîgehê
- 20:01 19 Kanûn 2024
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê danişîna biryarê ya doza Gîsele Pelîcot hat dîtin û der barê gumanbar Domînîque Pelîcot de 20 sal, der barê 50 gumanbarên din de jî navbera 3 û 15s alan de cezayê girtîgehê hat birîn.
Li Başûrê Fransayê bi awayekî komî destdirêjî li jina bi navê Gîsele Pelîcot hat kirin. Piştî bûyerê doz hat vekirin û runiştina biryarê ya dozê îro hat dîtin. 2 hezar kesî runiştin temaşe kir.51 gumanbar ji dozê dihatin darizandin. Der barê Domînîque Pelîcot yê bi Gîsela Pelîcot re zewicandibû û dermanê hişbirê dayê û destdirêjî lê dabû kirin de 20 sal ceza hat birîn. Der barê 50 gumanbarên din de jî navbera 3 û 15 salan ce cezayê girtîgehê hat birîn.
Parêzvanên mafê jinan bertek nîşanê biryarê dan û gotin ceza kêm in.