'Têkoşîna Rojava ji bo jiyaneke bi rûmet e'
- 15:26 24 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 12’emîn de berdewam dike, di axaftinan de hat destnîşankirin ku têkoşîna Rojava têkoşîna jiyaneke bi rûmet e.
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên girêdayî Artêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de, bi Çalakiya nobedê ya li ser sînorê di navbera Qamişlo navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatin protestokirin. Çalakiya nobedê ku bi coş demwam dike ji Şirnexê jî piştevaniya wê hat kirin. Kesên ku tevli çalakiyê bûn dirûşmên,"Rojava rûmeta me ye" û "Bijî Rojava" berz kirin.
'Li Rojava ji bo hemû cîhanê modelek mînak hate avakirin'
Aktîvîsta TJA'yê Gulser Yildirim di daxuyaniya çapemeniyê ya di dema nobedê de axivî, diyar kir ku çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo tê meşandin çalakiya rûmetê ye. Gulser Yildirim got, “Weke ku tê zanîn li Rojava têkoşîn didome. Em dizanin ku ev şer şerê li ser nasnameya gel e. Em jî ji vir bang dikin; Gelê Rojava çi zerar daye kê? Dîsa ji bo bersiva vê pirsê, Rojava ji ber ku zîhniyeta monîst tine dike, rastî van êrîşan tê. Rojava alternatîfeke wisa afirand ku ji bo hemû cîhanê û gelan modeleke mînak hat avakirin. Ji bo vê jî têkoşîna Rojava têkoşîna jiyana bi rûmet e. Ji ber ku li wir jiyanek wekhev heye. Dîsa yên êrîşî wan dikin ne mirov in. Maf û qanûn nînin. Gelê me di malên wan de qetil dikin. Ev rastiyek e û dema ku em rastiyan tînin ziman, em sûcdar dibin. 2 hevalên me yên rojnameger dema nûçe dişopandin hatin qetilkirin. Sûcê wan çi bû? Berxwedana gel nîşan dan. Di dîroka zaliman de her tim têkçûn heye. Îro gelê Kurd ji bo hebûn û azadiyê têdikoşe. Her gel xwedî statû ye, lê dema mijar dibe gelê Kurd çima statuya wî nayê naskirin? Hikûmeta AKP MHP maf û hiqûqê nas nake. Heta ku em hebin em ê têkoşîna xwe ya hebûnê bidomînin."
'Yekane daxwaza gelê Kurd li welatê xwe jiyanek azad e'
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez axivî û welatiyên ku 12 roj in li ser sînor nobeda xwe didomînin silav kir. Zekî Îrmez anî ziman ku gelê Rojava ji sala 2011’an û vir ve li dijî aloziya Sûriyeyê li ber xwe dide û got, “Gelê Kurd hebûn û rûmeta xwe parast. Êrîşî tiştekî nekir, tenê xwe parast. Ne êrîş birin ser rejîmê û ne jî birin ser çeteyan . Lê li dijî DAIŞ’ê ku hovîtiya li ser mirovahiyê afirand, rûmeta mirovahiyê parast. DAIŞ li Kobanê têk çû. Hemû kesên ku bi sedsalan dijminatiya gelê Kurd kirine yek bi yek winda kirine. Mîna navên Seddam û Esad, DAIŞ jî winda kir. Em jî dibêjin, ger zîhniyeta AKP-MHP'ê komkujiyan bidomîne, ew ê jî winda bikin."