Dayikên Aştiyê û Jinên Aştiyê yên Foçayê hatin gel hev
- 21:03 5 Adar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Dayikên Aştiyê û Jinên Aştiyê yên Foçayê hatin gel hev û der barê pêvajoyê de nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku ji bo pêkhaina aştiyê banga hatiye kirin bi nirxe û gotin wê têkoşîna aştiyê bilind bikin.
Li Îzmîrê Însiyatîfa Dayikên Şatiyê û Jinên Aştiyê yên Foçayê hatin gel hev. Hevdîtin li Foçayê li kafeyekê pêk hat û gele jin tevli bûn. Dayikên Aştiyê, laçikên sipsî diyariyê Jinên Aştiyê yên Foçayê kirin û Jinên Aştiyê yên Foçayê jî şalên bi destmalên bi destê xwe çêkiribûn diyariyê dayikên aştiyê kirin.
Jinan der barê pêvajoyê de nirxan kirin û diyar kirin ku wê ji bo aştiyeke mayîn de têkoşîna xwe bidomînin.
Ji Jinên Aştiyê ya Foçayê Remziye Baltaş axivî û da zanîn ku divê li vî welatî êdî xwîn nerêje û dayik negirîn.
‘Divê destê aştiyê yê hatiye dirêjkirin vala nemîne’
Endama meclîsa Jinan a DEM Partî ya Îzmîrê Vezan Karabulut jî daxuyakirin ku ev hevdîtin gelek bi nirxe û got hêviya wan ev e ku aştî pêk bê û gavên bi hêvî bên avêtin. Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî bang kir ku diê hemû kes ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin.
Dayikek din ya aştiyê Cemîle Aydin jî got divê her du alî jî aştiyê bixwazin û ji bilî aştiyê tiştek din naxwazin. Dayika aştiyê Peyruze kurt jî axivî û got destê aştiyê hatiye dirêj kirin û divê ev dest vala nemîne.
Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Fulya Erdogan jî axivî û got ev pêvajoyeke nû ye û gelek bi nirxe û bi vê baweriyê têdikoşin.