Çalakiyên 8'ê Adarê didomin: Em hebûn, em hene, em ê hebin
- 14:56 5 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 8'ê Adarêde li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin, di vê çarçoveyê de ji jinên girtî re kart hatin şandin.
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
Amed
Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, bi hevkariya Şaxa Egîtîm Sen a Bismilê, jinên Bismilî bi şanoya jinan re anîn cem hev.
Di çalakiyê de promiyera lîstika "Kendine Aît" a ku ji aliyê Koma Şanoya Jinê ya "Şano Jîn" ve hatiye nivîsandin û lîstin, hat pêşkêşkirin. Lîstika şanoyê ya bi temaya jinan ku cara ewil hat lîstin, li salona Egîtîm Senê bi temaşevanan re hat cem hev. Cigirên hevşaredaran, hevserokên navçeyan ên DEM Partiyê, endamên Meclîsa Şaredariyê, Rêvebera Xizmetên Jin û Malbatê, jinên di midûriyetê de dixebitin, endamên Egîtîm Senê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn.
Lîstika şanoyê eleqeyek mezin dît û ji aliyê temaşevanan ve bi deqeqeyan bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Di dawiya bernameyê de Cîgira Hevşaredaran Cemîle Ozan axivî û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û bal kişand ser hêza ku têkoşîn û hevgirtina jinan bi vegotina hunerî ya bi heybet dide nîşandan.
Di dawiya çalakiyê de ji bo jinan çanteyek ku taybet hatibû amadekirin û di çarçoveya kampanya "Soza me neqediya. Em mê tundiyê bi hev re rawestînin" broşurên ku ji bo jinan hatibûn amadekirin hatin belavkirin.
Stenbol
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, bi rêya Şaxa PTT'ê ya Sîraselvîler a Beyoglûyê ji girtiyên jin ên li girtîgehên Tirkiyeyê re kartên piştgiriyê şand.
Beriya ku kart bê şandin, li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Beyoglûyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Em hebûn, em hene, em ê hebin! û "Bijî 8'ê Adarê" hat vekirin de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî.
Gulseren Yolerî got, “Ji 3’ê Sibata 2025’an ve li girtîgehên Tirkiyeyê 392 hezar û 456 girtî hene û ji van girtiyan 17 hezar û 131 jin in. Dîsa ji 395 girtîgehan 12 girtîgehên jinan ên girtî û 8 jî girtîgehên jinan ên vekirî ne. Em dizanin ku jin li girtîgehan pirsgirêkên cidî dijîn. Bi taybetî jî di pergala Saziya Înfazê de ji bo jinan tu sererastkirin nehatine kirin. Lê belê bi wesîleya 8'ê Adarê divê pêwîstî û mafên girtiyên jin bi awayekî qanûnî bên parastin; em daxwaz dikin ku li Saziya Cezayê rê li pêkanînên cudakariya li ser jinan bê girtin."
Dîlok
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 8’ê Adarê de li Dîlokê şahî li dar xist. Şahî, li eywaneke dawetan a li navçeya Elebanê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Meclisa Jinan a DBP’a Dîlokê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê û gelek jin tev li bûn. Li eywanê pankartên “Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye meşa me ber bi azadiyê ve ye" û “Li dijî tundiya mêr-dewletê em serî radikin bi hev re ne” hatin daliqandin. Jinan jî puşiyên bi rengên kesk, sor û zer û cil û bergên Kurdî li xwe kirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Sabahat Erdogan Saritaş di şahiyê de got ku Dîlok bajarê Kurdistanê yê koçberiyê ye û ev tişt anî ziman: “Ji gelek parçeyên Kurdistanê kes koçî Dîlokê dikin. Dîlok, ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd girîng e. Birêz Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. bi sala ye jin li ser vê xakê ji bo azadiyê têdikoşin. Divê di vê pêvajoyê de xwedî gotin bin. Tişta herî girîng a ku em di vê serdemê de bikin, rêxistinkirin e.”
Piştî axaftinan jî hunermend Şîlan Doran û Koma Azad derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Şahî, bi govend û stranan bi dawî bû.
Mêrsîn
Platforma Jinan a Mêrsînê li Navenda Çandê ya Yunus Emre ya li navçeya Toroslar a Mêrsînê bi sernavê “Cînayetên jinan û zayenda civakî” panel li dar xist. Psîkolog Bêrîtan Onuk di panelê de pêşkeşî kir û bal kişand se bandora psîkolojîk a rolên zayenda civakî ya li ser jinan û bandora rolên zayendî yên li ser jiyana civakî. Piştre jî bersivên pirsa “Zayend çi ye?” û “Zayenda civakî çi ye?” hatin bersivandin. Bêrîtan Onuk diyar kir ku divê ew pratîkên xwe xurt bikin û ji bo wekheviya di rolên zayenda civakî de têkoşîna xwe mezin bikin.
Endama Lijneya Rêveber a ÇHD’ê Ezgî Ozkan jî têkildarî pêvajoyên hiqûqî yên li dijî rewşên neyînî jin agahdar kir. Ezgî Ozkan, da zanîn ku di mijara xwegihandina edaletê de jî jin paşve hatine hiştin û got ku zexta li ser Qanûna Hejmar 6284 û vekişîna ji Peymana Stenbolê bandoreke neyînî ya hiqûqî kiriye.
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Mêrdîn
Jinên TJA’yî li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê hatin gel hev û bi dahol û zirneyan şahî li dar xist. Şahî li Qada Cumhuriyetê hat lidarxistin û Hevşaredar Şemrexê Kudret Uçuk, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan tev li bûn. Jinan li ber dahol û zirneyê govend gerandin.
Piştre jî jinan li taxan ji bo tevlibûna mitînga jinan a ku dê di 8’ê Adarê de li Nisêbînê bê lidarxistin, xebat meşandin. Di xebatê de jinan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin û li def, zirne û daholê xistin.
Piştre jin dîsa li qadê hatin gel hev. Hevşaredar Kurdret Uçuk li vir axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî kesên dixwazin me bêdeng bikin û ji bo hêza têkoşîna jinan nîşan bidin, di 8’ê Adarê de biherikin mitînga Nisêbînê.”
Piştî axaftinan govend hate gerandin û şahî bi dawî bû.