
TJK-E: Dema azadiya Abdullah Ocalan e
- 14:37 5 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E û TJK-E'yê bi civîneke çapemeniyê ya li Brukselê xwedî li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin û destnîşan kirin ku dem dema pêkhatina aştiyê û azadiya Abdullah Ocalan e.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) têkildarî banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de kir li paytexta Belçîka Brukselê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di 27 ê Sibatê de, bi navê 'Aştî û Civaka Demokratîk' hat kirin, di nava bi milyonan Kurdên ku li Ewropayê de kêfxweşî û kelecanek mezin afirand.
Birêz Ocalan beriya ku biryara îlankirina banga Civaka Demokratîk û Aştiyê ya di 27 ê Sibatê de bike, ji me, KCDK-E yê re nameyek şandibû û di der heqê pêşniyaran de nêrînên me girtibûn. Weke KCDK-E û TJK -E yê, ji bo nêzîkatiya vê demokratîkbûn û şamîlbûniyê em spasdariyên xwe radighînin.
Ji ber vê sedemê, di sepandina manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de ya ku di 27 ê Sibatê de hate îlankirin, em xwe berpirsiyar dibînin û ji bo ku demokrasî û aştî bê misogerkirin, bi hemû hêza xwe, weke rêxistinên Civaka Kurd ên li Ewropayê, em beyan dikin ku em ê têkoşînê hê jî bilidtir bikin.
Weke tevgera jinên Kurd ên li Ewropayê, di avakirina demokrasî û aştiyê de, em dizanin ku em, hêza herî diyarker û dehfdêr in.
Em dizanin ku di vê mijarê de, di pêvajoya nû de, hêza sereke ya demokrasî û aştiyê, wê jin be û li gorî vê yekê, em eşkere dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê, bi hemû hêza xwe, bi jinên hemû kultûran re, em ê seferber bin. Em, ne yekane qurbaniyên şer û pevçûnan in, 30 sal e, me destnîşan kir ku li Kurdistanê em alternatîfa çareseriyê ne. Bi azadiya jinê, di têkoşîna xwe ya Apoyî ya 50 salên dawî de, di civakê de, di siyasetê de me demokrasî hûnand. Îro jî, em ê bi xwişkên xwe yên ji gelên din bi hev re, vê yekê berfireh bikin û em ê li wan welatan jî avakirina demokrasî û aştiyê ji xwe re bikin hedef.
Qet guman nîne ku ev banga birêz Ocalan, aştiya Tirk û Kurdan, rasterast demokratîzekirina Tirkiyê pêşbîn dike. Bê guman tenê Tirkiyeke demokratîk wê bi herkesî bide qezenckirin. Jixwe di vê pêngava ku birêz Ocalan avêtî de destketiyên her kesî hene. Lê belê, berpirsiyarî û rîska herî mezin dîsa girtiye ser xwe.
Em biryara agirbesta yekalî ya 9'emîn a ku Partiya Karkerên Kurdistan (PKK, ji sala 1993'an vir ve îlan kirî) jî weke berpirsiyariyek pir mezin ku girtiye ser xwe dibînin.
Lê çiqas ku serketina vê pêvajoyê, di serî de Kurdan û Tirkiyê eleqeder bike jî bi taybetî Yekitiya Ewropayê rasterast eleqeder dike. Lewma di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya 1999'an a li Helsînkiyê de, birêz Ocalan û PKK ê hêvî kiribûn ku bi alîkariya YE'yê wê demokratîk bibe, piştgirî dabûn namzetbûna Tirkiyeyê. Ji ber ku ji destpêka danûstandinên endamtiya YE'yê û vir ve, Tirkiyeyê şert û mercên Kopenhagenê bi cîh neanîn, bi mebesta ku tim hate rexnekirin jî êdî keyseke dîrokî, ku rê li ber geşedanên nû û erênî veke heye. Her wiha di vê pêvajoyê de, YE jî wê piştgiriyê bide banga birêz Ocalan da ku di têkiliyên di navbera Tirkiyê û YE'yê de encamek erênî bi derkeve holê. Her wiha Elmanya, Fransa û hwd. welatên YE'yê bersivên erênî dan banga birêz Ocalan. Ji ber vê yekê bangawaziya me li YE'yê ye ku nêzîkatiyên demokratîk bi pêş bixe, bi lez qedexeyên li ser PKK'ê rake û dawiyê li polîtîkayên xwe yê krîmînalîzekirina Kurdan bîne.
Di vê çarçoveyê de, em qîmetê didin nirxandinên erînê yên desthilatdariya federal a Elmanya, Brîtanya, Neteweyên Yekbûyî, dewletên Yekbûyî yên Emerîka û yên din. Dîsa em li vê derê diyar dikin ku palpiştî û piştevaniya rêxistinên medenî yên civakî û partiyên çepgir û pêşverû yên Ewropayê hêz dane me. Em dibêjin êdî bi van dostên me re jî, ji bo aştiyê dema hevkariyê ye.
Vê carê êdî ne li hember şer, divê ji bo aştiyê em bimeşin. Ji xwe pêvajoya kampanya 'Ji Abdulah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî' ya ku dostên me di 10'ê Cotmeha 2023'yan de îlan kirin, bû alîkariyên giranbuha. Niha jî, ji bo pêkhatina aştiyê, bi dostên xwe re, dema misogerkirina azadiya Abdulah Ocalan e.
Ji bo azadiya birêz Ocalan ê ku di pêkanîna aştiyê de, ji bo aştiyê hemû bar û berpirsiyarî hilda ser xwe, ji bo ku mafê hêviyê yê ku dewletên endamê YE, Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa ku di 16 Îlona 2024'an de biryar girtibûn pêk were, em daxwaz dikin ku bi gavên teşwîqê piştgiriyê bidin hikûmeta Tirkiyeyê."