Dayika Aştiyê: Birêz Ocalan mizgîniya ku 45 sal in em li bende ne da

  • 14:39 4 Adar 2025
  • Rojane
ENQERE - Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar di Civîna Koma Jinan a Meclîsa DEM Partiyê de axivî û got: “45 sal in em li benda vê yekê ne. Birêz Ocalan mizginiya vê yekê da. Em jî soz didin. Dayikên Aştiyê jî wê berpirsyariyê bigirin ser xwe.” 
 
Di civîna îro ya Koma Jinan a Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar têkildarî banga sedsalê axivî. 
 
Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar banga ji bo dayikan weke mizgîniyekê nirxand. Tenzîle Baydar wiha axivî: “5 sal in em li benda vê demê ne. Birêz Ocalan ev mizgînî da me. Em jî soz didin Birêz Ocalan.  Dayikên Aştiyê wê destê xwe têxin bin vê berpirsyariyê, weke her carê ji bo vê aştiyê jî em ji her tiştî re amade ne. Birêz Erdogan û Bahçelî destên xwe dirêj kirin. Em spasiya wan  dikin. Hêviyên me zêde ne. Em wek dayîk êdî naxwazin zarokên xwe têxin nav torbe û kartonan û wan bixin hembêza xwe. Ez bang dayîkên leşkeran dikim; em hemû dayik in. Dayika gêrîla dayik e, dayika leşker dayik e, dayika polis jî dayîk e. Ên ku êşê dikişinin dayik in. Ev fersend ketiye destên me. Birêz Ocalan pêvajoya aştiyê îlan kir. Ez bang dayikên leşkeran dikim; werim em dest bidin hevdû û vê pêvajoyê em rêve bibin. Birastî gelek pêwîstiya me bi aştiyê heye. Gelek dayik êş kişandine. Her dayikek zarokên wan di girtîgehan de ne an jî di bin axê de ne. Zarokên me jiyana xwe ji dest dan, dayikên leşkeran ji bo zarokên xwe karibûn taziyê daynin, lê me nekarî taziye jî daynin. 
 
Em tu carî bêdeng neman
 
Wan dayikan êşa xwe di nava xwe de jiya. Nikaribûn bibêjin zaroka min jiyana xwe ji dest daye. Ji ber vê yekê ev pêvajo ji bo me gelek girîng e. Ez spasiya Birêz Bahçelî dikim ku destê aştiyê dirêj kir. Bila Serokkomar jî dengê dayikan bibihîze. Elhemdulîllah di vê roja pîroz de 45 sal in dayik dibêjin ‘aştî’, zarokên wan mirin û gotin ‘aştî’. Çûn girtîgehan û gotin 'aştî' lê rastî tundiyê hatin û gotin 'aştî'. Em dîsa dibêjin ‘aştî’. Em ê heta nefesa xwe ya dawî bibêjin 'aştî'. Ez ji Meclîsê bang dikim; welatê me welatekî pir xweş e. Bila xwîn nerije. Ez qurbana rondikên dayîkan. Dayik dayik e, ferqa dayikan tune ye. Ez bang li hemû dayîkan dikim; Werin em vê pêvajoyê baş bikar bînin. Dayikên leşker û polîsan werin, werin em bi hev re 8'ê Adarê pîroz bikin. Em dayik vê dixwazin. Lê Dayikên Aştiyê ew qas xurt in ku em tu carî bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin. Em ê tu carî ji bo aştiyê bêdeng nemînin. Me êşên xwe di nava xwe de jiya, erê me êşên mezin jiya. Lê dema hûn dibêjin aştî, hemû Dayikên Aştiyê li ser piyan in. Ji bo 8'ê Adarê jî spasiya Birêz Ocalan dikim.”