
Meclisa Îştar serdana jinên navçeya Şirqatê kir
- 12:43 4 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ji Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûr di çarçoveya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê de serdana şêxen jin ên navçeya Şirqatê kirin.
Meclisa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 1’ê Adarê de bi dirûşmeya "Bi rihê şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ em 8’ê Adarê pîroz dikin, soza bilindkirina têkoşînê didin’ starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da.
Meclisa Îştar di çarçoveya kar û çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê de serdana şêxên jin ên gundê Talaa, El Selma ya girêdayî navçeya Şirqat a girêdayî parêzgeha Sellahedîn ya Iraqê kirin, her wiha 8’ê Adarê li şêxên jin pîroz kirin û diyariya 8’ê Adarê dan wan.