
Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
- 18:55 19 Sibat 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Li navçeya Alîaga ya Îzmîrê jina bi navê Şenturk ji aliyê gumanbar M.Ş ku pê re di asta destberdanê de û der barê wî de biryara durxistinê hebû hat qetilkirin.
Li navçeya Alîaga ya Îzmîrê Fatma Şentur (34) ji aliyê gumanbar M.Ş (40)ku pê re di asta destberdanê de û der barê wî de biryara durxistinê hebû hat qetilkirin. Fatma Şenturk ku demek berê ligel malbata xwe ya li Alîaga bicih bû, M.Ş ew bir qadek vala û qetil kir.
Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristî û cendermeyan hatin cihê bûyerê û tespît kirin ku Fatma Şenturk hatiye qetilkirin.
Ji bo gumanbar M.Ş xebatên girtinê hatin destpêkirin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.