Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin 2025-02-19 18:55:41   ÎZMÎR - Li navçeya Alîaga ya Îzmîrê jina bi navê Şenturk ji aliyê gumanbar M.Ş ku pê re di asta destberdanê de û der barê wî de biryara durxistinê hebû hat qetilkirin.   Li navçeya Alîaga ya Îzmîrê Fatma Şentur (34) ji aliyê gumanbar M.Ş (40)ku pê re di asta destberdanê de û der barê wî de biryara durxistinê hebû hat qetilkirin. Fatma Şenturk ku demek berê ligel malbata xwe ya li Alîaga bicih bû, M.Ş ew bir qadek vala û qetil kir.   Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristî û cendermeyan hatin cihê bûyerê û tespît kirin ku Fatma Şenturk hatiye qetilkirin.    Ji bo gumanbar M.Ş xebatên girtinê hatin destpêkirin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.