
Zarokên Perperike serdana Mala Dengbêjan kirin
- 09:14 21 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperike ya girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê dixwînin bi mamoste, dê û bavên xwe re çûn serdana Mala Dengbêjan. Zarokên serdana Mala Dengbêjan kirin, firsend dîtin ku bibin şahidê kevneşopiyê ya hezaran salan û çanda dengbêjiyê kifş bikin.
Di serdanê de li her quncikek Mala Dengbêjan hêmanên dîrokî yên şopên paşerojê lê bi cih bû hat naskirin. Derfeta zarokan çêbû ku li ser girîngiya hunera kevneşopî fêr bibin û li dengbêjan guhdar bikin. Her wiha wêne û xebatên dengbêjên li Mala Dengbêjan hişt ku zarok ji nêz ve mîrateya çandî di xwe de hîs bikin.
Di ger û serdana Mala Dengbêjan de gava ku Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperîke dixwînin, bi malbat, mamoste û dengbêjan re li ber dîwarê wêneyê dengbejên navdar û ku li hewşa Mala Dengbêjan daleqandî bûn, wêneyekî bîranînê kişandin.
Gerînendehiya Çand û Karûbarên Civakî di daxuyaniya xwe ya piştî çalakiyê de teqez kir ku ji bo zarok dîroka xwe û çanda xwe hîn bibin û bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibin xebatên wiha cuda girîng e û pêwîst e bêne kirin. Hat ragihandin ku çalakiyên bi vî rengî wê bidomin da ku têkiliya zarokan bi çanda xwe re xurt bike û hişmendiya zarokan a li ser kevneşopiya çandî zêde bibe.