
Têkoşîna sed salî: Tevî êrîşan zimanê Kurdî pêş ketiye
- 09:06 21 Sibat 2025
- Rojane
Gulistan Gulmuş
AMED - Aktîvîsta zimanê Kurdî Mîne Karataş derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji ajansa me re axivî û peyam û banga xwe ya ji bo roja zimanê dayikê wiha vegot: “Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.”
Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê sed sal in ji bo nasnameya xwe têdikoşin.Dsetpêka vê têkşînê daxwaza bikaranîna zimanê dayikê bû. Bi pêkhatina vê daxwazê re gelê Kurd û gelên ku piştgiriya gelê Kurd dikin, bi salan di têkoşîna xwe ya ji bo jiyan û parastina zimanê Kurdî de rastî êrîşên hikûmet û dewletan hatin. Di vê çerçoveyê de Kurd hatin girtin, îşkence, sirgûn û gelek pirsgirêkên din jiyan. Lê têkoşîna Kurdan a ji bo parastina nirxên xwe, bi taybetî jî zimanê xwe, ti carî bi dawî nebûye û roj bi roj zêdetir dibe.
Aktîvîsta Zimanê Kurdî Mîne Karataş di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de axivî û der barê êrîşên li ser ziman û parastina ziman de nirxandin kir.
‘Li 4 parçeyê Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyonê didomin’
Mîne Karataş diyar kir ku bi salane li ser Kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin û wiha got: “Armanca parçekirina Kurdistanê asîmîlekirina Kurdan bû. Em vê bi rehetî dibînin û dikarin binirxînin. Ev sed sal e li her çar parçeyê Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Bi awayekî sîstematîk ev tê domandin. Di peyman Lozanê de Kurdistan li parçeyan hat veqetandin. Ji Plana Şark Islahatê heta niha mixabin Kurd tên asîmîlekirin.Dema ku bê xwestin gelek bê parçekirin ewil ziman ji dest tên girtin. Dema ziman bê girtin destê wan de tu tiştek namîne. Ji ber ziman binhişê mirovane. Dema ziman bê girtin tu tiştekî gel namîne. Ji ber vê jî rewşa ku nasname bijîn jî namîne.”
'Zimanê me girîng e ji ber ku binhişê me ava dike'
Mîne Kartaş bi lêv kir ku wek her qada jiyanê jin ziman jî diparêzin û ji ber vê jî bi êrîşan re tên rû hev. Mîne Karataş ev tişt anî ziman: “Zimanê me girînge ji ber binhişê me ava dike. Di vî alî de parastina jinan a ziman cudaye. Me heta îro zimanê xwe aniye û em diaxivin. Ev bi saya jinê ye. Ji ber zarok li ber dayika xwe mezin dibin. Ji ne tenê ziman dikarin rê bidin ber jiyanê jî. Di vî alî de demên dawî de li hember jinan êrîş pêk tên. Heman demê jî li hember ziman êrîş hene.
‘Tevî êrîşa zimanê Kurdî pêş ketiye’
Mîne Karataş destnîşan kir ku ji serê salên 2000’î heta niha li hember Kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê yên giran li hember Kurdan pêk hatine û wiha vegot: “Di vê dema ku teknolojî pêş ketiye de destê her kesî de telefon hene. Lê teknolojiyê asîmîlasyon derxist di asta herî jor.Ne tenê ev li hember ziman êrîşek fîzîkî jî heye. Mînak şanoyên Kurd her tim tên qedexekirin. Li metropolan kesên Kurdî diaxivin bi êrîşan re tên rû hev. Di her alî de çalakiyên ziman tên qedexekirin. Lê pêşketin jî hene. Mînak nivîskarên Kurd berhemên gelek girîng derdixin holê. Weşangeriya Kurd di vî alî de pêş ketiye. Saziyên ziman pir xebitîn. Bêguman ev tenê têr nakin. Divê bi zarokan re Kurdî bê axaftin. Her malek divê bibe dibistanek. Divê dê û bav bi zimanê dayikê bi zarokên xwe re biaxivin. Bi vî awayî em dikarin ziman biparêzin.”
‘Divê gelê me bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin’
Mîne Karataş dawiya axaftina xwe de ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê peyama xwe bi van gotinan parve kir: “Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.”