![](/staticfiles/news/251509/2025/02/15/823x463cc-nvnd-15-2-2025-serife-mihedi-ceza-idam.jpeg)
Rejîma Îranê dîsa cezayê darvekirinê li Şerîfe Mihemedî birî
- 10:14 15 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê di qonaxa dubare darizandinê de careke din cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî erê kir.
Kampanya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medya dijîtal ragihand ku di 13'yê sibatê de carek din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birîn.
Hat diyarkirin di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê Serokê Liqa 2'yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.
Hêjayî gotinêye ku çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023'yan de bi hêceta "Propagandaya dijî dewletê" kiriye hatibû binçavkirin û di 4'ê Tîrmeha 2024'an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’yê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.