Nobeta li Wanê didome: Beriya şahiyê gel bicoş e

  • 13:46 13 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
 
WAN - Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di roja 3’yemîn de didome. Beriya şahiya ciwanan gel li cihê nobetê kom dibe. 
 
Çalakiya nobetê ya piştî cezayê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn li pêşiya şaredariyê hatibû destpêkirin di roja 3’yemîn de didome. Ji serê sibehê ve li pêşiya şaredariyê liv û tevgereke gel a zêde heye û pergala deng hate amadekirin. Her ku saet pêş dikeve, hejmara gel a li pêşiya şaredariyê jî zêdetir dibe. Bi sedan kes hatin pêşiya şaredariyê û li ser stranan govend gerandin. 
 
Dê di saetên nîvro de şahiya ciwanan bê lidarxistin û tê payin ku heta êvarê bidome. Her wiha dê îşev jî li pêşiya şaredariyê bi beşdariya ciwanan forumek were lidarxistin. Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û siyasetmedar dê tev li forumê bibin. Ciwan dê daxwazên xwe ragihînin û herî dawî jî dê ciwan têkildarî geşedanên dawî bên agahdarkirin. 
 
Çûyîna gel a ber bi şaredariyê ve didome.