Komeleya Jinan a Star: Dawî li qetilkirina jinan bînin
- 21:05 27 Kanûn 2024
- Rojane
WAN - Komeleya Jinan a Star ya Wanê der barê qetilkirina Fatma Çakirbeylî ya li navçeya Ebexê hat qetilkirin de daxuyaniyek da û got cînayetên jinan polîtîkin û divê dawî li qetilkirinên jinan bên.
Komeleya Jinan a Star ya Wanê der barê qetilkirina jina bi navê Fatma Çakirbeylî ya li navçeya Ebax a Wanê ji aliyê mêrekî ku navê wî nehat zanîn û bi mehra olî pê re zewicandî ve hatibû qetilkirin daxuyanî da.
Komeleyê li ser hesabê platfoma X ya çapemeniya dîjîtal balkişand ser qetilkirina Fatma Çakibeylî û got:Em jin pergala hiqûqê û rayedaran berpirs dibiînin. Jiyana jineke 28 salî ji aliyê mêrê ku pê re bi mehra olî zewicandiye hat girtin. Cînayetên jinan polîtikin. Divê li vî welatî dawî li qetilkirinan bê. Edî bes e. Em bêdeng namînin.”