Kevana Zêrîn: 8’ê Adarê roja nêzbûna azadiyê ye

  • 11:57 7 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û got, “Bi hêza ku me ji banga Rêber Apo girtî, em ê li ser rêya avakirina çand û hunera civaka demokratîk, 8’ê Adarê bikin cejna azadî, aştî û hêviyê.”
 
Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 8’ê Adarê ji bo jinan roja nêzbûna azadiyê ye û ev tişt hatin gotin: “Demsala biharê jiyan bi xwe ye; bi wateya herî kûr demsala çêbûna çand û hunerê ye. Jiyan bi civakîbûnê ava dibe; di navenda civakîbûnê jî mirovahiyê çand û hunera herî bi kok pêş xist. Çanda hevpar a civakan bedewî û huner kir yek û pêş ket.”
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 8’ê Adarê bûye destpêka têkoşîna herî bi wate ya jinan û ev tişt hate gotin: “8’ê Adarê rojek e ku jin bi têkoşîna hevpar gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin. Îsal 8’ê Adarê bi banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo, hîn kûrtir bûye. Ev bang xeyala jiyaneke hevpar û azad a civakan, bi rengekî herî bedew îfade dike. Ji bo jinan pêdiviya herî mezin aştî, demokrasî û piştevaniya civakî ye. Ji ber ku bi aştiyê jiyaneke bi rûmet û azad tê avakirin. Divê herî zêde jin xwedî li vê banga Rêbertî derkevin, bipejirînin û xurt bikin. Ji ber ku jiyan, civak û aştî bi hebûna jinan pêkan e û di çanda civaka me ya qedîm de ev rastî cihê xwe diparêze.
 
Di van rojên dîrokî û bi wate de, weke Kevana Zêrîn em li ser bingehê çand û hunerê têkoşîna azadiyê didomînin. Em bi mîrateya berxwedana jinê 8’ê Adarê bi bîr tînin û têkoşîna jinan silav dikin. Bi hêza ku me ji banga Rêber Apo girtî, em ê li ser rêya avakirina çand û hunera civaka demokratîk, 8’ê Adarê bikin cejna azadî, aştî û hêviyê.”