
Li Peyasê perwerdehiya Sêwirandina Grafîkê dest pê dike
- 14:42 5 Adar 2025
- Rojane
AMED - Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û bi koordînasyona Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê, bernameya Perwerdehiya Sêwirandina Grafîkê dest pê dike.
Ji bo Jinan projeya hevkariyê ya duyemîn bi afirandina derfetên nû dikeve meriyetê. Piştî Perwerdehiya Sêwirandina Modayê ya Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û bi koordînasyona Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê dest pê kiribû, vê carê bi heman koordînasyonê bernameya Perwerdehiya Sêwirandina Grafikê dest pê dike. Di çarçoveya bernameya perwerdeyê de dê agahiyên bernameyan ên sepanên pratîkî yên ku di sêwirana grafîkê de hewce ne werin dayîn. Bernameya perwerdeyê di bin banê Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê û Şaredariya Peyasê de wê bê meşandin.
Perwerdeya wênekêşiyê dê bê dayîn
Perwerdehiya atolyeya hunerên dîtbarî bi tevahiya 409 saet e, bi perwerdeya grafîk, kompîtur û fotoşopê dest pê bike û bi wênekêşiyê berdewam dike. Di çarçoveya bernameyên kompîturê de dê perwerdehiya bernameya Fotoshop û Illustrator jî bê dayîn. Bernameya perwerdehiyê di navbera Avrêl û Pûşpera 2025'an de ji bo jinên di navbera salên 18-35an de vekirî ye û wê bê pere bê dayîn.
Ji bo serîlêdanê û agahdariyê
Ji bo der barê naveroka Bernameya Perwerdehiya Sêwirandina Modayê de agahiyê bi dest bixin, hûn dikarin bi dtsobilimegitimvakfi@gmail.com, info@kayapinar.bel.tr re têkilîyê deynin.
Forma serlêdanê:
Dîroka Dawîn a Serlêdanê: 31ê Adara 2025
Dîroka Perwerdehiyê: Avrêl - Pûşper 2025