
Li Kobanê Komxebata Koordînasyona Jinan
- 14:33 5 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kantona Firatê bi wesîleya 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, ber bi Sûriyeya Demokratîk ve” komxebatek li dar xistin.
Di rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de Koordînayona Jinan a Rêveberiya Xweser û jinên partiyên siyasî yên Kantona Firatê komxebatek bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, ber bi Sûriyeya Demokratîk ve” li hola parka Ronîwar li dar xist. Her wiha saziya Rêxistina Sara broşur li gel belav kirin.
Ji Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê qala girîngiya 8’ê Adarê hate kirin.
Piştre jî ji bo bîranîna hemû şehîdên azadiyê, deqeyek rêz hate girtin. Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Elmas Romî axivî û bal kişand ser têkoşîna jin a ji dîrokê heya roja îro. Elmas Romî ev tişt bilêv kir: “Di nava dîroka dûr û dirêj de gelek komên jinan li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr radibûn. Lê ew yek bi qirkirin ango bi tunebûnê re rû bi rû man, ji ber ku jinê xwe di yek alî de birêxistin kir.”
Elmaz Romî diyar kir ku di roja îro de jinê gavên gelekî girîng avêtine û wiha got: “Di roja me ya îro de bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan jinan gavên dîrokî avêtin, di nava civakê de û di hemû beşên wê de jinê pêşengtî kir. Jinê hemû netew di bin yek sîwanê de hembêz kir û di roja me ya îro de jî jin bûye fermandar û di nava çeperên pêş de berxwedaneke dîrokî raber dikin. Evane hemû bi saya Rêber Apo ne.”
Komxebat bi nîqaşên cur be cur berdewam kir. Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratî Kurd a Sûrî Gulistan Etî jî baş kişand ser girîngiya rola jinên siyasetmedar û got, “Jin êdî ne wekî berê ye, piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê êdî jin di hemû warî de xwe bi rêxistin kiriye. Ew jina ku di nava malê de weke amûrekê bû, bû pêşenga şoreşê û xwe di hemû warî de birêxistin kir. Îro jî jina Kurd bûye pêşeng, şoreşger û aktîvîsta ku dikare ji bo mafê xwe li ber xwe bide û têbikoşe.”
Piştre jî komxebat bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Di heman demê de jî li qada Jina Azad a Kobanê, saziya Rêxistina Sara li ser girîngiya 8’ê Adarê broşûr belav kirin. Broşûr ji qada jina azad heta ber bi navenda bajarê Kobanê hatin belavkirin.