Ji bo Gulistan Tara û Hêro Behadîn dar hatin çandin

  • 14:28 5 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên jin, malbata Hêro Behadîn û çalakvanên jin, bi boneya 8’ê Adarê li cihê Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatîn qetilkirin, şitlên daran çandin.
 
Di 23’yê Tebaxa 2024’an de xebatkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn di encama êrişa balafira bêmirov ya dewleta Tirk de li sînorê navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê hatin qetilkirin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li cihê ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin bi amadebûna malbata Hêro Behadîn, rojnamevan, çalakvan û welatparêzan, dar hatin çandin.
 
Rojnamevan Semîre Seîd bi navê rojnamevanan axaftinek kir û got: “Pêwîste şehîdên ragihandina azad hertim werin bîranîn, divê her tim şehîd Gulistan, Hêro, Cîhan, Nazim, Ezîz û hemû şehîdên çapemeniyê werin bîranîn. Em ê peyama 8’ê Adarê bi ruhê van şehîdan ragihînin û 8’ê Adarê pîroz bikin. Niha gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê di qonaxek hestiyar de derbaz dibe, dewletên cîhanê li ser gelê me di warê siyasî û leşkerî de siyasetên cûda didin meşandin. 
 
Bi taybet jî dijî xeta ragihandina azad êrişên berfireh hene û dijmin ji dengê rojnamevanên azad ditirse. Ji bo wê ragihandin dibe beşek din ya hedefa dagirkeran û şehîd dikevin. Niha em ber bi 8’ê Adarê diçin, peyama Rêber Apo jî hate belavkirin, ev yek hemû di meha Adarê de tê wateya jiyanê. Divê wek Gelê Kurd em li pey peyama Rêber Apo bin, li ser bingeha vê peyamê ji bo civakek demokratîk têbikoşîn. Weke ragihandina azad em peyama şehîdan dubare dikin, emê bibin dengê heqîqetê.”
 
Piştî ku dar hatin çandin, bê navber dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin.