![](/staticfiles/news/251508/2025/02/15/823x463cc-amd-15-02-25-dbp-myk-ocalan-aciklama.jpg)
DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
- 10:13 15 Sibat 2025
- Rojane
AMED - MYK’a DBP’ê diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komplo vala derxistiye û got: “Divê birêz Abdullah Ocalan tavilê azad bibe û zemîna muzakereyên demokratîk bê amadekirin.”
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi ser komploya navnetewî ya ku li dijî Abdullah Ocalan 26 sal derbas bûn û wiha hate gotin: “Ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de, nirxên hiqûqî û mafên mirovan tên binpêkirin. Di bin siya vê rastiyê de bandorên komployê îro jî bi her awayî dewam dikin.”
'Birêz Ocalan helwesteke dîrokî meşand'
Daxuyanî wiha dom kir: “Feraseta ku şer û qeyranan ji gelan re rewa dibîne, 26 sal beriya niha di şexsê birêz Ocalan de hewl da têkoşîna demokrasi, azadî û wekheviya gelan tesfiye bike. Modernîteya kapîtalîst a ku komplo xist meriyetê, li aliyekê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê derxist asteke nû, li aliyê din lêgerîna civaka demokratîk a ku ji Rojhilata Navîn re çareseriyê pêşkeş dike, hedef girt. Lê, hêzên komploger di her kêliyên vê pêvajoyê de tu caran biser neketin. Lewre, birêz Ocalan ê ku ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike li Rojhilata Navîn û Ewropayê ket nav lêgerînan, di bin tecrîda giran de jî hewldanên xwe yên çareseriyê domand û Girava Îmraliyê veguhest qada berxwedanê. Bi vê yekê ve Birêz Ocalan helwesteke dîrokî meşand. Ev helwest û biryardarî tevî armancên komploya navnetewî yek bi yek vala derxist.
Xeta têkoşîna gerdûnî ava kirin
Îro di bingeha hemû qeyranên civakî û siyasî yên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn de pirsgirêka Kurd cih digre. Li hemberî vê rastiyê, wekî ku di modela Rojava de jî derket holê, paradîgma û fikren birêz Ocalan ji qeyranan re dibe nexşerêya çareseriyê. Divê neye jibîrkirin ku, ferasetên siyasî yên ku vê rastiyê înkar dikin, tu caran nikarin hebûna xwe bidomînin. Birêz Ocalan, bi paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk, jiyana ekolojîk û jina azad ve rêya avakirina jiyaneke azad nîşanî gelan da. Gelên Rojava yên ku guh dan birêz Ocalan, bi berxwedana xwe ya bêhempa, feraseta birêz Ocalan xistin meriyete û wek modela jiyana azad a gelan şoreşa jinê ya Rojava diyarî cîhanê kirin. Modela Rojava ya ku îro jîn dide çolistanan, li hember feraseta serdest a zilaman, bi pêşengiya jinan ji tevî têkoşînên cîhanê re dibê hêz û hêvî. Jinên ku ji şoreşa jinê ya Rojava hêz digrin, felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ji Rojhilat heya Hindistanê li tevahiya cîhanê xistin meriyetê û xeta têkoşîna gerdûnî ava kirin.
Divê ev pêvajo bi gavên pratîk pêş bikeve
Birêz Ocalan wek îradeya çareseriyê, hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, Tirkiyê demokratîk bike, her wiha hewl dide ji gel, jin, nasname û baweriyan re jiyaneke wekhev û aştiyane ava bike. Ji ber vê yekê jî, hevdîtînên ku îro bi wî re pêk tên, li ser navê aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke mayînde gelek girîng in. Divê ev pêvajo bi gavên pratîk pêş bikeve.
Berpirsyarî û peywireke dîrokî ye!
Divê neyê jibîrkirin ku çareserî û aştiya ku birêz Ocalan hewl dide bixe meriyetê, têkoşîna avakirina civak û Tirkiyeya demokratîk e. Ji ber vê yekê jî ji bo avakirina bingeha muzekereya demokratîk, divê birêz Ocalan ê ku ji bo tifaqa stratejîk a Kurd û Tirkan û ya herêmî kedeke mezin dimeşîne, demildest azad bibe. Em car din dubare dikin; birêz Ocalan bi nexşerê û îradeya xwe ya çareseriyê ve ji bo pêşerojeke azad û demokratîk firsendeke dîrokî ye. Xwedîderketina vê îradeyê jî berpirsyarî û peywireke dîrokî ye!”