![](/staticfiles/news/251507/2025/02/15/823x463cc-amd-15-02-25-mkg-aciklama-manset.jpeg)
MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da
- 10:04 15 Sibat 2025
- Rojane
AMED - MKG, derbarê binçavkirina rojnamegeran de daxuyaniyek da û got: "Destwerdana derqanûnî ya li dijî rojnamegeran qebûl nakin! Divê demildest hevalên me bên berdan û hemû zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin."
Piştî ku cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn li şaredariyê çalakiya nobedê hat lidarxistin. Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de saet 04:00’an de bi sedan polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Çalakvanan deriyên şaredariyê ji polîsan re girtin, polîsan bombeyên gazê avêtin şaredariyê, derî û pencereyên avahiyê şikandin. Polîsan di nav de siyasetmedar û gelek rojnamevan binçav kirin.
Derbarê binçavkirina rojnamegeran de Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) bi sernavê "Rojnamegerî ne sûc e!" daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rojnamegerên nobeda ku piştî cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, dişopandin û peywira xwe ya agahdarkirina gel bi cih tînin, bi êrişeke tund ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.
Binçavkirina 5 rojnamegerên ku di nav wan de endamên me Rabîa Onver û Medîne Mamedoglu jî hene, bi kelepçekirin li pişt wan, êrişeke eşkere ya li dijî azadiya çapemeniyê ye.
Em vê destwerdana derqanûnî ya li dijî rojnamegeran qebûl nakin! Divê demildest hevalên me bên berdan û hemû zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin."