Ji berxwedana Wanê bang kirin: Guh bidin banga Abdullah Ocalan

  • 15:18 13 Sibat 2025
  • Rojane
WAN - Di çalakiya nobedê ya ku 3 roj in li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dewam dike de hat gotin, “Birêz Abdullah Ocalan wê di nava hefteyekê de ji Îmraliyê peyamê bişîne. Divê îktidara Tirkiyeyê guh bide vê bangê.” 
 
Gelê Wanê li dijî cezayê ku li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn û hewldanên tayînkirina qeyûman 3 roj in li ber Şaredariya Bajarê Mezin nobeda xwe didomînin. Gel tevî hewaya sar 3 rojan bi şev û roj nobeda xwe dewam kir, ji bajarên derdorê jî gelek welatî piştgirî dan nobedê. Di çalakiya nobedê de bi sedan welatî, parlamenterên herêmê û şaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) amade bûn.
 
'Ev desteserkirina îradeyê ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt a ku ewil di daxuyaniyê de axivî, çalakiya nobedê ya ku ev 3 roj in tevî hewaya sar jî bênavber dewam dike silav kir. Gulşen Kurt got, “Ev biryar biryareke neheq e. Ji ber vê yekê çawa ku me di roja ewil de nîşan da ku em vê zilm û neheqiyê qebûl nakin, em ê jî wek gelê Wanê ji niha û pê ve jî nîşan bidin ku em qebûl nakin. Em spasiya her kesê ku sê rojan piştgirî dan me dikin. Ev desteserkirina îradeyê ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e, pirsgirêka her kesên xwedî edalet û hiqûqê ye. Em ji vir careke din îfade dikin, ji vê rêya xelet vegerin. Em her tim diyar dikin ku em vê neheqiyê qebûl nakin. Belê, em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Me bi berfirehî nîşan da ku qeyûmê 8 salan çi aniye serê gelê Wanê. Derdê wan ne gelê Wanê ye. Derdê wan dilxweşkirina alîgirên xwe ye. Di vê wateyê de gelê Wanê dê li vir li ber xwe bide û vîna xwe biparêze. Vîna gelê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan e."
 
'Em ji bo piştgiriyê hatin'
 
Piştre Serokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) yê Wanê Tayyîp Kizilyildiz axivî û got, “Em hêvî dikin ku di zûtirîn demê de ev pêkanînên nehiqûqî û neheq bi dawî bibe. Em li vir in ku her cûre piştgirî bidin. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve em bi van pêkanînên dijhiqûqî re rû bi rû nemînin.”
 
'Ew ê careke din bi ser nekevin'
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, anî ziman ku gelê Wanê hêviya hemû gelê Kurdistanê ye û got, “Li gel vê hewaya sar bi rojan e hûn keda xwe diparêzin. Ji ber vê yekê ez berxwedana we ji dil silav dikim. Yên ku piştî hilbijartinê xwestin vîna we tine bikin, neçar man ku li hemberî helwesta we paşde gav bavêjin. Ji ber vê sedemê em bi we serbilind in. Em jî dengê xwe li dengê we zêde bikin û Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan bijartiyên gelê Wanê ne. Kes nikare li hemberî vê yekê bisekine. Yên ku dixwazin vê derê desteser bikin bila 31’ê Adarê bi bîr bînin. Ewqas hewl dan, nekarîn bi ser bikevin û careke din bi ser nekevin. Gelê Wanê ne weke gelên din e. Wan bi desteserkirina her 14 şaredariyan bi awayekî zelal nîşan da ku ew ji wan ne razî ne. Em hemû baş dizanin ku gelê Wanê jî çawa duh li ber xwe da, wê ji niha û pê ve jî li ber xwe bide. Em bi hemû hêza xwe li gel we ne."
 
'Divê hikûmet guh bide banga Abdullah Ocalan'
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bêdlîsê Huseyîn Olan diyar kir ku ew di sê mijaran de dixwazin gelê Wanê pîroz bikin û got, "Berî her tiştî we di hilbijartinê de 14-0 şaredariyên xwe bi dest xist, ez we pîroz dikim. Ya duyemîn jî di 31'ê Adarê de bi komployeke qirêj xwestin şaredariyê ji destê me bigirin, lê vî gelê berxwedêr li ber xwe da û ev neheqî qebûl nekir. Îro dîsa em dibînin ku bi komployeke qirêj dixwazin şaredariyê bi dest bixin. Çawa ku salên berê di serhildanên Şêx Seîd û Dêrsimê de berxwedan hebû, îro jî gelê me vê zîhniyeta qirêj qebûl nake. Ev biryar ne tenê ya birêz Abdullah Zeydan, ji bo hemû Wan û gelê Kurd e. Û gelê me vê biryarê qebûl nake. Gelê Kurd êdî şiyar bûye û gelê siyasî ye. Divê dewlet dawî li van lîstikan bîne. Birêz Abdullah Ocalan piştî hefteyekê wê ji Îmraliyê peyamekê bişîne. Divê dewleta Tirk guh bide vê bangê. Ji ber ku ev banga aştî û jiyaneke bi rûmet e.”
 
'Li dijî înkarê berxwedan maf e'
 
Herî dawî Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hun jî got, “Dengdayîn û hilbijartin mafek e. Pîvana mirovbûnê mafê bijartin û hilbijartinê ye. Îro ev maf ji destê me tê girtin û desteserkirin. Desteserkirina îradeyê hiqûqa kolonyal a sîstematîk e. Înkara ziman, nasname û çanda gelê kurd e. Berxwedana li dijî vê înkarê gel e. Serhildan û berxwedana we silav dikim. Em ê hemû berxwedana ku we di 31'ê Adarê de nîşan da nîşan bidin û em ê ti carî serî netewînin."
 
Çalakiya nobedê bi stran û govendên berxwedanê dewam dike.