Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî bi malbatên xwe re hevdîtin kirin

  • 20:50 26 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ku demek dirêj bû hevdîtinên wan yên bi malbatê re hatibûn qedexekirin, bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.
 
Girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî demek dirêj bû hevdîtinên wan yên bi malbatê re dihatin qedexekirin. Hate zanîn ku di 22’yê Kanûnê her du girtiyên siyasî yên jin ji ber zextên li ser rejîmê û berxwedana wan a di girtîgehê de, bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne.
 
Hate zanîn ku dema hevdîtina Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî li Girtîgeha Evîn ya Tehranê bi malbatên xwe re saetek bû.