Doza Narîn Guran: Îfade li gorî delîlan tên guhertin
- 19:17 26 Kanûn 2024
- Hiqûq
AMED - Parêzerên Narîn Guran diyar kirin ku di runiştina dozê de, gumanbar îfadeyên bi nakok bi kar tînin û li gorî delîlên derdikevin holê di her astê de îfade tên guhertin.
Yekemîn danişîna doza bersûcên kuştina Narîn Guran a li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin, li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Di rûniştina dozê de di serî de Baroya AmedÊ gelek serok û parêzerên baroyan, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê, nûnerên sazî û komeleyên zarok û jinan, nûnerên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî û endamên meclîsê amade bûn.
Piştî navbera hat dayîn serokê dadgehê diyar kir ku wê seranserê runiştinê îfadeyên xizmên gumanbaran bê girtin. Parêzerên gumanbaran daxwaz kirin ku runiştin bi giştî girtî bê dmeşandin. Lê dadgehê daxwaz red kir.
Parêzer Arîf Guran, bertek nîşanê nûçeyên der barê Arîf Guran de derketine dan. Piştre Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleş axivî û got parastinên xwe yên li dijî mutalayê nivîskî dane û ev dubare kirine.
Yek ji parêzerê Narîn Guran got mafê jiyana Narîn Guran ji dest hatiye girtin û xalên NY û PMME’ê ya der barê zarokan bibîr xist û got divê der barê zarokên winda de çareseriyek pêk bê.
Piştre parêzerek din ya Narînê Asya Cemre Işik jî jî daxwaza cezakirina gumanbaran kir. Parêzerekî din yê Narînê, Aydin Ozdemîr jî baklişand ser îfadeyên bi nakok.
Parêzer Erdem Kaya jî wiha got: “Ez ê hinek tiştên der barê Yuksel û Salîm Guran de xêz bikim. Em li îfadeyan dinêrin, li gorî delîlên dertên holê îfade tên guhertin. Em vê dibînin.”
‘Delîl di bernameyên televîzyonê de tên nîqaşkirin’
Parêzer Nahît Eren jî axivî û got: “Di dosyayê de herî zêde divê em çi nîqaş bikin? Di seraserê pîşeya xwe de min cara yekemîn dît ku delîl di bernameyên televîzyonê de tên nîşakirin û sûcdarikrin tên kirin. Belê em jî di bernameyan de axivîn lê bi armanca agahdarkirina rayagiştî axivîn. Me kes sûcdar nekirin. Li ser baroya Amedê hewl dan nêrînan biafirînin.”
Nahît Eren her wiha dîmenê ku parêzerê Salîm Guran li ser hesabê çapemeniya civakî parve kiribû jî, da temaşekirin.
Runtiştin bi parastinan didome.